Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokek temen 7 sal bi sedema teqeya hêzên Întizamî yên rejma Îranê canê xwe ji dest da

17:29 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Çarşemî 29ê Befranbarê, hêzên Întizamî yên rtejam Îranê maşîna welatiyek Kurd ê bi navê “Kemal Pilingî”, xelkê gundê “Mela Hesen” ê girêdayê bajarê Makûyê dane ber destrêjiya gulleyan û di encamê de keça wî welatiyê ya bi navê “Mizgîn Pilingî” temen 7 sal canê xwe ji dest da.

Ajansa Kurdpayê belav kiriye ku, yek ji xizmên malbata Pilingî bi “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Malbata Pilingî li dema vegerîn ji bajarê Tehranê li rêya Zencan-Miyane rastî geşta Întizamî hatin û “Sîpan Pilingî” kurê Kemal ku ajotvanê maşînê bûye bi sedema wê hindê ku îcazeya ajotvaniyê pê re nebûye reviyaye û hêzên Întizamî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê maşîna wan dane ber destrêjiya gulleyan.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Di wê bûyerê de Mizgîn Pilingî canê xwe ji dest da û xweşka wê ya bi navê “Felek Pilingî” birîndar bûye.

Pêka gotina wê çavkaniyê termê Mizgînê bo pizîşka yasayî ya bajarê Zencanê hatiye veguhastin û xweşka wê li yek ji nexweşxaneyên wî bajarî di bin çavedêriya pizîşkî de ye.

Wê çavkaniyê bas kir ku malbata Pilingî bo mêvanî çûbûne mala keça xwe ku rûniştiyê bajarê Tehranê bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, termê “Mizgîn Pilingî” radestî malbata wê nehatiye kirin.