Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên Şînawê, zarokên Amûdê anînîn bîra me

12:13 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Nûredîn Sofîzade

Roja 15’ê Sermawezê li gundê Şînawê ser bi bajarê Pîranşarê bi sedema agirgirtina sobeya neftî ya ku odeya dersxwanan pê dihate germkirin, mixabin 36 zarokên keç ên dersxwan di qonaxa destpêkî a xwandinê de li nav peşqel û dûmana agir de asê man.

Piraniya wan zarokan li ber şevitîna giran bo nexweşxaneyên bajarên Urmiye,Nexede û Pîranşarê hatin veguhastin.

Di ratsî bilavbûna vê nûçeya tal û dilêş, jan û êşek giran xiste nav dilê her kurdekî li her cihekê ku lê dijîn, û bi awayên curbicur di gel malabat û kes û karên wan zarokan hevxemî û hevderdî kirin.

Partiya demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şorêşger a Zehmetkêşên Kurdistanê jî li vê derheqê de daxûyaniyek bilav kirin û di vê daxûyaniyê de tevî hevderdîkirina li gel malbatên qurbaniyan, berpirsyarên rejîmê li hemberî vê bûyerê de bi berpirs û tawanbar dane zanîn.

Zarokên nawenda Nêrgiz jî bi çavên tejî ji rondik û dilê tejî ji xem li vê hewayê sar, li ber deriyê nexweşxaneya Azadî a PDKÎ li Koyê de, li dewra hev kom bûn, û hewderî li gel malbatên qurbaniyan kirin, û ragehandin ku êş û azarên li ser leş û cesteyê we, dilê me hemiyan azar didin.

Ew dîmenên wan zarokan ku li wan çend rojên borî de li ragehandinên giştî de hatin bilavkirin, ew qas nexweş û dilêş bûn ku rondik ji çavên her mirovekî xwedîvijdan dianî xwar, û rast dîmenên şevtina wan zarokên Kurd yên li Sînemaya Amûdê de li nav agir de şevitîbûn radixiste ber çavên mirov.

Herweha bûyera şevitîna xwendegeheke keçan ya herêma Çarmehalê Bextiyarî, û şevitîna Sînema Rêks a Abadanê tîne bîra mirov.

Di serdemekê de ku divêt zarok bi xatircemiyek zêde, û bi bê tirs ji bûyerên weha herne xwendegehê, lê giringînedana berpirsyarên rejîmê bi xwendegehan û nedanîna îmkanatên baştir li gorî vî serdemî, û bikaranîna sobeya neftî ew jî li demekê de ku li gorî zanyariyan lûlekêşiya gazê bo gundê Şînawê hatibû kirin, mixabin bûyerek weha dilêş û cergbirr diafirne.

Lewra xûya ye nedanîna sîstema germkirina bi gazê li xwendegeha Şînawê de, ew qasê bêxemî û xemsariya berpirsyarên rejîma Îranê derheq giringiya canê zarokên Kurd nîşan dide, û ew xemsariya wan divêt ji aliyê malbatên qurbaniyan ve wek karekî bi zanabûn û wek tawan bê nasîn.

Niha jî gellek xwendegeh li Îranê de hene ku li gorî sitandardên hewce nehatine çê kirin, û îmkanatên hewce jî bo wan nehatine amadekirin, lewra gellek caran em şahidê rû dana bûyerên weha dilêş dibin.

Çend roj berî niha bû ku li xwendegeheke derdora bajarê Xoyê bi sedema dûman û gaza ku li encama ne sitandardbûna îmkanatên germkirinê pêk hatibû çend dersxwan bo heyamê çend rojan li nexweşxaneyê de hatin razandin.

Piştî bûyera li Şînawê xwendegeheke gundê Melhema Selmasê jî agir girt, lê zarok bi xweşî ve ji vê bûyerê bi silametî rizgar bûn. Du salab berî niha bû ku li bûyera herifîna xwendegeha gundê Sofyanê li herêma Somayê de mixabin dîsan çend zarok bûne qurbanî.

Bê guman aliyê berpirsyar li hemberî bûyerên weha û bi tyabet bûyera li xwendegeha Şînawê (ku ji mêjve ye hatiye çêkirin û bona mifahwergirtinê nabe) berî her aliyekê deshelatdraên rejîma Îranê ne, ku ji bilî deshilatê bîr ji tu tiştî nakin.

Li gorî zanyariyên wan di dema bûyerê de ew qasê ku karîn hewil dan ku pêşiya xelkê bo nêzîkbûna bê cihê bûyerê û hilgirtina fîlm û wêneyan ji aliyê wan ve bigrin û heta gellek kes jî piştî bûyerê bi sedema vê ku ji riya sms’an ve xelk ji vê bûyerê agehdar kiribûn destbiser kirin.

Di demekê de ku xelkê welatê me ew qas di destê bê îmkanatiyan de dinalînin, û êş û azarê dikşînin, lê rejîma deshilatdar bi milyardan serwet û samana xelkê welat li Lubnan, Felestîn, kûba, vênzoêla û Sûriyê de xerc dike, û grûpên terorîst teyar dike.

Lewra hindî ku ew rejîma dijî gelî li ser kar be, hêviya bi ewlehî, û jiyanek aram û bi dûr ji êş û azar, îmakana wê tuneye., û xelkê me mixabin wê her şahidê bûyerên weha tal û cergbir bin.