Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebarî nerizayetiyeke zaf, gelaleya veguhgerîna terorîstên Îran û girtiyên Bêljîkê, hat pejirandin

12:59 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Tevî neyarî û nerizayetiyeke berfireh li asta navnetewî li hember egera veguherîna dîplomat terorîstên rejîma Îranê digel girtiyên Bêljîkî li Îranê de, ev gelaleya di komîsyona peywendiyên derveyî parlemana Bêljîkê hat pejirandin.

Roja 6ê Temûza 2022an, gelaleya veguherîna girtiyan di navbera Îran û Bêljîkê hat pejirandin û vê yekê bertek û dijkiryarên berfireh lipey xwe anîn.

Ev serê çend rojane ku, bi nîşana nerizayetî û pêşîgirtin ji vê biryara teslîmkaraneya dewleta Bêljîkê, piraniya hêz û aliyên siyasî yên dijberî rejîma Îranê, sazî û navendên navnetewî, dewlet û deshilatdarên parek ji welatan ji wan Amerîka û Ewropa, çalakvanên medenî û mafê mirovî û navendên ewlehî û parek ji deshilatdarên Bêljîkê bixwe jî, bi dana daxuyaniyan û hinartina nameyan bo parlemana Bêljîkê, daxwaz kirine û hişdarî dane ku nabe kareke wih qirêj bê kirin û Esedula Esedî yê terorîst radestî rejîma terorîst a Îranê bê kirin.

“Td Kroz” sinatorê Amerîka tevî derbirîna nîgeraniya kûr a xwe û dewlet û welatê Amerîka li vê derheqê de ragihand: Amerîka ji nêzîk ve digel Hewalbendên xwe, kevte şopa terorîstên rejîma Îranê û pîlanên terorîstî yên wan li seranserê Ewropayê de betal kirin û ev terorîst binçav kirin, û sala 2018an pêşya cehda wan terorîstan bo teqandina kombûnekê li Firansê girt, lewma ev biryara Bêljîkê gelek em nîgeran kirine. Lewma divê ev terorîst cezayê xwe bikêşîne, neku radestî komara Îslamê bêne kirin.