Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna %18 a heqdestên kedkaran li hember giraniya %30 a nan

13:28 - 11 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Ragihandina zêdebûna 18 ji sedî aheqdestên kedkaran ji aliyê dewleta Îranê ve li hember giraniya 30 ji sedî a nan de îdiayek bêşermane ye.
Serokê Encumena Sinfî a Kedkaran di pêwendî li gel rewşa kedkaran zêdebûna 18 ji seî a heqdestên kedkaran li hember giraniya 30 ji sedî a nan de barek giran li ser milên kedkaran da zanîn ku qerebûkirin ji wan re dijwar e.
Mavbirî herweha got ku di du salên derbasbûyî de piştî armancdarkirina yaraneyan jiyana kedkaran pirr zehmet kiriye, û wê qata civakê şiyana dirêjîdan bi jiyana xwe di civakê de ji dest daye.

1258.jpg

Wî çalakê kedkariyê zêdebûna 18 ji sedî a heqdestên kedkaran di îsal de bi neyasayî da zanîn û got ku ew biryara dewletê ne cihê pejirandina navnedên kedkariyê ye, zêdebarî wê çendê jî 43 ji sedî a kedkarabn ji zêdebûna 18 ji seî a heqdestên kedkaran di îsal de bêpar mane. Rewşa ku li hember giraniya bêmînak a hewcehiyên jiyanê de ye kedkar bê hêvî kirine.
Li gor nûçegihaniya “Îlna”, navbirî di wê baweriyê de bû ku siyasetên dewleta Ehmedînijad şaş in û tu kunterolek li ser giyaniya nirxan de tune ye û dewletê berpirsatiya xwe li hember kedkaran de jibîr kiriye. Ji aliyek din ve jî seba nebaşbûna rewşa abûrî navendên berhemanîn û karxane tûşî pirsgiurêkan bûne.

Navbirî tevî amajekirin bi sekinîna çalakiyên karxaneyan seba siyasetên rejîmê, amaje kir ku bi wê rewşê ji kekdaran re tu hêviyek nahê dîtin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê