Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna nifûsê, şêweya nû ya apartaydê

12:51 - 9 Kanûna Paşîn 2014

N: Selam Îsmaîlpûr

Di van rojan de behsa hewcehiya zêdebûna nifûsa Îranê bûye yek ji behsên giştî û berçav di axavtina siyasetdarêj û deshilatdarên Komara Îslamiya Îranê de, û sedemên cur bi cur ji bo vê hewcehiyê di ragehandinan de, û di propagendeyên wan de tê ber bas, wekî pîrbûna nifûsa Îranê û metersiyên çavkanîgirtî ji wê, û kêmbûna nifûsa berhemhîner û zêdebûna nifûsa pîr û serbar (ku berhema wan bo welat nîne) îşare bikin.

Lê di rastî de tirsa rejîmê ji guherîna pêkhateya heşîmetî, bi qazanca peyrewên kêmaniyên mesebî, û neteweyî ye. Di vî warî de gotineke Birjiniskî sitratejîstê naskirî yê Amerîkayî balkêş e, ku dibêje: “Ji hizirkirin derbarê êrîşên bilez li ser Îranê xwe biparêzin, jiber ku, dem, û serjimêriyên nifûsî, û guherîna nivşan ne di berjewendiya rejîmê de ye”.

Hekî em vê nerînê li rex boçûnên curbicur ên kesayetiyên mesebî û siyasî ên rejîmê danên, em dikarin, ji sedemên tirsa deshilatdarên rejîma Îranê, ji berdewamiya zêdebûna nifûsê, û berevajiya wê di nawenda Îranê fam bikin.

Renge yekemîn car ku tirsa ji zêdebûna nifûsê, xwe eşkere kir, wê demê bû ku hinek girteyên Vîdyoyî ji Hucetulîslam Mêhdî Danişmend bilav bûn, ku navbirî di vê girteya vîdyoyî de bêhurmetiyeke zaf bi pêrewên mesebê Sunnî kir, û got ku zêdebûna nifûsê di nava Sunniyan de, metirsiyeke micid e li ser mesebê Şîe, û dibe li hemberî vê yekê de em bisekinin.

Li gorî pîverên zanistî hekî rêjeya za û zê ya giştî, kêmtir ji 2.1 be, wê nifûs hêdî-hêdî kêm be. Heya vir, serjimêrî tu sedemeke berçav bo tirsa ji guherîna pêkhateya nifûsa Îranê di nava berpirsyarên rejîmê de nîşan nade. Em di demekê de dikarin ji sedema rastîn ên vê tirsê fam bikin ku wan serjimêriyan digel serjimêriya zêdebûna nifûsê di herêmên derdorê, û di nava mesebên curbicur û herwisa di nava neteweyên din jî bidne berhev.
Di vî warî de malpera Şîeyan ya “Online”, ji zimanê Dr. Elewî mamostayê zanîngeha Meşhedê nivîsandiye ku: “Nirxa geşekirina nifûsê li hinek herêmêm Sunîakincî ji sedî 7 e, lê di herêmêm Şîeakincî de di navbera %1 ta %1.3 e. Hinek gund hene ku di rabihurî de, %65 ji wê Şîeyan û %35 Sunnî bûn, lê îrorojê %86 ji Suniyan pêk tê”.

Wî herwisa koçberbûna Sunniyan bo bajarên Şîeakincî wekî Gurgan, Reşt, meşhed, Bîrcend, Kirman û ...hwd, wekî sedema guherîna pêkhateya nifûsê û metirsîdar bi nav kiriye.

Wî mamostayê zanîngehê herwisa mînakek li ser bajarê Meşhedê raxistiye berçavan, û dibêje: “Xwendegeha paşnawendî ya keçan ya vî bajarî %80 ji Şîeyan, û %20 ji Suniyan pêk tê, û xwendegeha destpêkê ya wê %80 Sunî, û %20 ji Şîeyan pêk tê”.
Wî ew cudahiya encama peyrewiya Şîeyan ji siyasetên pêşîn ên dewletê di warê kontrolkirina za û zêyan, û propagendeya melayên Sunî, û piştevaniya welatên wekî Erebistana Seûdî ji Suniyên Îranê, bo zêdekirina nifûsê rageandine. Yek ji bikarhînerên vê malperê bi awayekî eşkere bas ji zêdebûna nifûsa Kurdan di bajarên ser bi parêzgeha Urmiyê de dikin.

Lê axavtinên Ayetullah Mekarim Şîrazî ji merceên herî xwedî nifûz ên hikûmetî di roja 25’ê Rezberê ya 1392 (17.10.2012) di kongireya navneteweyî ya Îmam Secad di vî warî de zêdetir ji yên din balkêş e. Wî bi eşkerekirina nîgeraniya ji zêdebûna nifûsa Suniyan di Îranê de got: “Niha di derdora Meşhedê de, em dibînin ku Sunî di mijûlî kirîna erd û avahiyan ji Şîeyan in, da ku rêjeya nifûsa xwe zêde bikin”.

Ew yek tê vê wateyê ku siyaseta wekheviyê di warê peyrewiya hemû netewe û meseban ji deshilatê, di Îranê de, piştî çend dehikan hewildan û bernamerêjî, û înkar û serkutê, bê encam maye, û gotarên cuda ji gotara deshilatê, niha êdî bûye kêşeyeke micid li ser riya wan, bi awayekî ku berpirsyarên hikûmetî jî, bi eşkereyî bas ji hewcehiya birêvebirin û cîbicîkirina siyasetîn di warê nifûsê de, bo rikeberiya digel wan dikin.