Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zexit û givaşên rejîmê bo ser xelkê gundên Serdeşt û nemaze malbatên Şehîdan

12:57 - 30 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê ji rêyên cur bi cur xelkê gundê Bêjvê û nemaze malbatên şehîdan, xistine bin zext û givaşan.

Li gor raporta Kurdistanmedia؛ hêzên Sipaha Pasdaran a ser bi Rejîma Îslamî a Îranê ve, berwara 25,01,2014an a Zayînî, çûne gundê Bêjvê a ser bi bajarê Serdeştê û daxwaz ji xelkê wî avayî kirin ku çek û silahan bo rejîmê hilbigrin, lê xelkê bersiva vê daxwaza rejîmê nedan û ew yek be tundî ret kirin.

Lê piştî bersivnedana xelkê rejîmê daxwaz ji wan kirk u cihek bo danana paygahekê ji wan re bihê dabîn kirin, lê xelkê wî gundî amade nebûn ku harîkariya wan bikin.

Her lewma berwara 26,01,2014an hin pasdar diçin gundê nav hatî û bi avayek meremdar serdana malbatên şehîdan dikin û sozê bi wan didin ku agar harîkariya me bikin emê navê kurê wan li lîsta şehîdên rejîmê de tomar bikin û harîkariyên hewce wan re bikin, lê malbatên şehîdên gel û nîştiman, bi avayek yekgirtî bersiva wan daxwaz û meremên biyome rejîmê ret dikin û amade nabin ku bi wan re harîkariyê bikin û ew yek dibe cihê nogeraniya rejîmê.