Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ziman û çand, û ziman û exlaq, girêdayî hev in

19:22 - 7 Adar 2016

Sara Mukerem

Bê guman destpêka civakê, û jiyana hevpar û zimanê despêkê ji “mirovê aqil “ango “homo sapiyenis”dest pê kiriye ku hinek zarava pir nêzîkî zimanên niha ne, em nikarin bibêjin ku ziman herwisa hêsan çêbûye, mirovê destpêkê bi qîrkirin û heta îşarekirina tiştan ku mirov dikare bibêje, nesil derbaz kirine, û nêzî 5 hezar sal belkî jî zêdetirî texmîna mebe, jiyan kiriye, heyanî ku kariye dengekê derxîne û qise bike. Nêrîna me tenê li ser dîroka zimanekê nine, em dixwezin di çarçoveyeke dîrokî de, girêdana ziman û neteweyan di çarçoveyeke erdnîgarî de, li ser biponijin.

Ango dema mirov li serpêhatiya çend hezar salan berî niha binêre, dibîne ku her zimanekî koka xwe heye, û ev kok sedema hebûna wê neteweyê, yan jî wê nijadê ye. Di destpêkê de hemû mirov li Afrîqayê çêbûne, ango ji hûcreya biçûk çêbûne, ji ber vê yekê jî mirov dikare behsa hebûnê bike.

Helbet di cîhanê de pirr zimanî, ango dewlemendiyeke mezin heye, çawa ku mirovan dest bi koçbertiyê kiriye, da ku bikaribin jiyana xwe dabîn bikin, heman demî de her ku mirov koç kiriye ewqas jî çand û ziman bi xwe re dewlemend kiriye, ji ber vê ku li her deverekê de, ku lê sekiniye, tiştek nû ava kiriye.

Di vir de mirov dikare bi vê yekê îşare bike ku piştî derbazbûyîna çend sedsalan piştre tîpên wan zarava û zimanên ku hene ji bona xwe çêkirine, û di rastiyê de hemû ziman destpêkê bi Aramî bûne, lê piştre bûne zimanên din, ew yeka jî di sedsala çaremîn de çêbûye.

Peyva ziman û çand, û ziman û exlaq, gellek girêdayî hev in, ji ber ev peyvane rê û resma civakê ava dikin. Ji ber ku her peyvek her gotinek bi xwe re tişteke nû ava dike, û herwiha dema gellek ziman têne gel hev, bi xwe re pirr çandiyê tîne. Herwiha mirov dikere li ser zêde bike ku hebûna çandê bê nivîs nabe, jiber ku eva di dîrokê de bi cih dimîne, çand û nivîs e.

Xeta nivîskî bi şaristaniya mirovahî û di herêma hîlala zêrîn,Misr û piştre Anatolî, Yunan û Îtaliya da dest pê kiriye. Mirov dikare hebûna ziman di vê demê de weke şoreşekê bibîne, jiber ku tişteke nû ye, û civak bi vê hîn baştir dikare bi hev re jiyan bike.

Zimanên din piştî sedsalan karîne di nav civakê de werne qisekirin, ango Tirkî yan jî zimanê Ermenî û herwiha bi vê ve girêdayî pirr zimanên ku niha em pê qise dikin, ku niha mixabin ev zimanane weke desthilatdariyekê xwe li ser civakê disepînin, û li derveyî zimanê xwe tu tiştek din napejirîne, û heta di astekê de ye ku vê netewê qebûl nakin, û hebûna vê tune dikin. Di hemû zimanan de bandora desthilatdariyê heye, û ev yek jî di roja me ya îro de, ber bi çav e.

Zimanê kurdî ji çiqa zimanên Îranî û malbata zimanên Hind û Ewropî ye, ku piraniya kurdên li Rojhilata Navîn bi vî zimanî qise dikin, û di eslê xwe de zimanê kurdî çend zaravayên wê hene, lê belê îro kurd ji ber perçebûyîna erdnîgariya xwe di nav dorpêç, qedexe û sînorê zimanan de jiyan dikin.

Lê serbarê hemû zext û givaşên li ser vî zimanî, ew ziman yek ji zimanên herî dewlemend ên herêm û cîhanê ye, û di serdema pêşkevtina teknolojiyê û zêdebûna torên civakî de, bê guman êdî ne tenê zexta deshilatdarên şovenîst û hewlên wan yên asîmîlekirinê tu serkevtinê bi dest naxin, belku roj bi rojê ew ziman zêdetir pêş dikeve.

Em xatircem in ku rojekê perçeyên din yên Kurdistanê jî wê ji destê dîktatoran rizgar bibin, û zimanê Kurdî wê bibe zimanê fermî yê hemû wan perçeyên ku niha tê de deshilatdarên dîktator hewla asîmîlekirin û bişavtina wê didin.