کوردستان میدیا

ماڵپەڕی ناوەندیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران

Banga Koîsiyona Teşkîlat a Hizba Demokrat a Kurdistanê bi helkefta 30 saliya teror kirina şehîd Dr.Qasimlo

17:37 - 14 پووشپەڕ 2719

Gelê mafxwazê Kurdistanê!

Evîndarên rê û rêbaza şehîd Dr.Qasilmo!

22'ê Pûşper a îsal, 30 sal bi ser terora Sekerterê Giştiyê Hizba Demokrat a Kurdistanê, Dr. Qasimlo û kak Ebdula Qadirî Azer, Endamê Komîteya Navendî û Nûnerê hizbê li derveyî welat bi destê dîplomat terorîstên Komara Islamiya Iranê li welatê Österreich'ê derbaz bûn. Tevî ku piştî 30 salan liser wê kiryara terorîstî dosyeya wê cenayetê daxistî maye, lê ew dosye di wîjdana hemû takeke hişyar a kurd da hertim vekirî dimîne û Komara Islamiya Iranê weke rejîmeke terorîst, rîswa û mehkûme.

Raste şehîd Dr.Qasimlo rêberê hizrî û Sekerterê Hizba Demokratê bû, lê kesayetiya Dr.Qasimlo û rolê wî di bizava mafxwazaneya gelê Kurdistanê û berîniya hizr û ramanên wî ew di asta welatê wî da kiriye kesayetiyekî bilind ê Kurdistanî ku herkes û layenekî demokrat û pêşkeftinxwaz wî bi milkê xwe dihesibîne. Ji ber wê di cîh daye di 30 saliya terora wî rêberê hejiyê kurd û Kurdistanê da, em hemû bi hevre bi her awayî ku ji destê me tê bîranîna wî zindî bikin û terorîzma dewletiya Komara Islamiya Iranê mehkûm bikin.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistanê!

Hûn ku piştî şehîd bûna rêberê me yê mezin, şehíd Dr.Qasimlo bi hemû hewl û fîdakariya xwe, dirêjederên hizr û ramanên şehîd Dr.Qasimlo û hemû şehîdên dozê bûn, bi dirêjahiya salên borî bê berçav girtina gef û zextên Komara Islamî li bajar û navçeyên Kurdistanêbi birêvebirina çalakiyên cur bi cur bîranîn û navê Dr.Qasimlo zindî hiştiye, di 30 saliya wê kiryarê da erkeke zêdetir dikeve ser milên we.

Ji ber vê Komîsyona Teşkilatiya Hizba Demokrat a Kurdistanê tevî rêz û pêzanîn a ji bo tekoşîn û westiyana we, bi destnîşankirina hin bername û rêkarên taybet, ji tevahiya komelên gelê Kurdistanê, bi taybet endam û alîgirên Hizba Demokrat dixwaze ku bi hevre û bi awayekî yekgirtî û bêhtir ji salên bihurî bîranîna şehîd Dr.Qasimlo bilind bikin.

Komisyona Teşkîlatiya Hizba Demokrat a Kurdistanê bi helkefta 30 saliya terora şehîd Dr.Qasimlo dixwaze:

1- Bi her awayekî ku dikarin di rojên 21 û 22'ê Pûşperê da bi bikaranína rengê şîn, bîranîna şehîd Dr.Qasimlo bilind bê ragirtin û terorîzma dewletiya Komara Islamiya Iranê, bê mehkûm kirin. Bo wê mebestê; li cihên giştî ala û bandeke şîn bê daliqandin, herwiha hewil bidin ku cil û bergên şîn liber bikin.

2- Şevên 21 û 22'ê Pûşperê bi pêxistina mûmekî û belav kirina wêneyekî taybet, nîşan bidin ku Dr.Qasimlo di rêbaza xwe da zindiye.

3- Silognên taybet ji bo bîrnîna terora şehîd Dr.Qasimlo bi rengê şín bêne nivîsandin.

4- Bi bikaranîna xêza (X) û nivîsandina silogana "Na ji bo terorîzma Komara Islamî", terorîzma dewletiya Komara Islamî bê Mehkûm kirin.

Silav li bîranîn û navê şehîd Dr.Qasimlo û rêheval Ebdula Qadirî Azer

Rîswayî ji bo terorîzma Deweltiya Komara Islamiya Iranê

Hizba Demokrat a Kurdistanê

Komisyona Teşkîlatê

9'ê Pûşper a 1398 a Hetavî