Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10 hemwelatiyên Kurd bi destê rejîma Sûriyê hatin kuştin

16:14 - 18 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li parêzgeha Hema yê 10 hevwelatiyên Kurd ji aliyê Artêşa rejîma Be’s a Sûriyê hatin kuştin.
Roja 16’ê Adara 2013’an, li herêma “Miherdê” a ser bi parêzgeha Hemayêye 10 hemwelatiyên Kurd ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hatin gulebaran kirin.
Li gor nûçegeyaniya malpera ajansa “Hawar” belavkir, ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê, 10 hevwelatiyên Kurd yên gundên “Kefer Hod” ya Kurdî ya li nêzîkî herêma Miherdê a ser bi parêzgeha Hemayê bi guleyan hatin kuştine. Ev yek jî di dema hêzên rejîmê di encama operasyonekê li hemberî çekdarên opozisyonê li herêmê rû daye.
Her di vê pêywendiyê de li gundê “Sawa” ya nêzîkî herêma Miherdê gencekî Kurd bi navê bi “Mihemed Nizal” temen 24 salî û her weha xwendekarê sala çarem ya beşa beyteriyêye û xelkê wî gundiye bi kuştî li nêzîkî gund termê wî hat dîtin.
Hêjayî gotinê ye li parêzgeha Hemayê hejmarek berbiçav ji gundên Kurdan ku ji demeke dirêj ve vedigere serdema “Selahedîn Eyubî” li wê herêmê de ne ku heya niha ziman û keltur û çanda xwe ya Kurdî ji bîr nekirine dijîn. 
Her di vê pêwendiyê de çend rojên derbas bûyî de li taxa “Miftî” a ser bi bajarê “Heseke”yê ku piraniya van Kurdin, ji aliyê hêzên rejîma Be’s vê hat mobebaran kirin û jinek û zarokeke 3’ê rojî hatin kuştin û 5 kes ku di nav van de zarok jî hene hatin birîndar kirin.