Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartin li Îranê de azad û dadperwerane nîne

11:33 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2024

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku hilbijartina serkomarî li Îranê azad û dadperwerane nîne û ti guherîneke bingehîn çê nake.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “Iran International”ê de tevî îşarekirin bi dora duyem a serkomariya rêjîmê gotiye ku hilbijartina serkomarî li Îranê, azad û dadperwerane nîne û ti guherîneke bingehîn çê nake.

Wî berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye: “Mixabin, me ti hêviyek ji vê hilbijartinê nîne û tevî ku her encamek hebe, nikare bibe sedema guherîneke bingehîn li siyaseta Îranê an rêzgirtineke zêdetir bo mafê mirovî yên xelkê Îranê”.

Berî şanoya hilbijartina serkomariya rêjîmê, Abram Pîlî yê cihgirê Nûnerê Amerîka li karûbarê Îranê jî tevî îşarekirin bi danîna moreyên rêjîmê wek berbijêran û tepeserkirina rojnamevanan li midyayîkirina wan hilbijartinan de ragihand ku Amerîkayê ti hêvîyek bo birêveçona hilbijartineke azad û dadperwerane an guherîneke bingehîn li Îranê de nîne.

Li halekê de ku rêjîm bi xwe îdia dike ku rêjeya beşdariya xelkê li vê hilkbijartinê de kêmtir ji %40 bûye, bi awayekî bêşermane û wek pêkenîn bi hizra giştî, vê wek serkevtek bo xwe binav dike, ku pêka hemû yasayên cîhanê, ew bi wateya şikesta tevav a rewatiya rêjîmê ye û dide xuya ku xelk vê rêjîmê naxwaze.