Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê: Serkevtina baykota binav hilbijartina 8ê Pûşperê, rêfrandomek dinê bû li dijê komara Îslamî

11:28 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2024

Civatên mafxwaze Îranê!

Xelkê xebatkarê Kurdistanê!

Welat û Rêkxistin û cîvatgeha cîhanî!

Rêjîma Îslamiya Îranê li roja Înê 8ê Pûşperê, binav hilbijartineke pêşwext a serkomariyê bi rê ve bir. Ew binav hilbijartina li demekê de hate kirin ku civatên xelkê Îranê li nûtirîn hilbijartina rêjîmê bo meclîsa xubrêgan a rêberî û meclîsa şêwra Îslamî li 11ê meha Reşema derbasbûyî de “Ne”yeke mezin gotne rêjîma Îslamiya Îranê. Rjîma Îslamiya Îranê wa dihesiband ku ew rewşa siyasiya taybet ku piştî kuştina “Reîsî” li navxwe û derve çê bibû û herwisa bi endazyariyeke nû li destnîşankirina moreyên xwe bo xapandina xelkê û gerimkirina bazara hilbijartina xwe bi kar bîne û asta beşdariya xelkê zêdetir bike û bi vê yekê, rewatiyekê bo xwe li asta navnetewî de bi dest bîne.

Anîna bi nav rêformxwazan bo nava wê leyîzê û hewldan bo dualêkirina hilbijartinan, taktîkeke din a rêjîmê bo handan û bizivandina xelkê, bi armanca zêdekirina asta ‏beşdarîkirina xelkê bû. Herwisa rêdan bi berbijêran li çarçoveyeke kontrolkirî de bo anîna ber basêye hinek mijarên hestiyar û birna jêr pirsyarêye kar û karnameya hev bo evê ku vê carê jî armancên rêjîmê bi rêya hilbijartina aliyê kêm  a “xirab” li hember “xirabtir” ji aliyê xelkê ve bê kirin. Lê helwîsta civakê û reftara siyasiya xelkê Îranê, nexşe û pîlanên rêjîma Îslamî pûç kirin.

Her pêka encamên fermî ku hatne ragihandin ku ji aliyê piraniya çavdêrên siyasî ve bi çavê şik û gumanê tête mêzekirin û bi hizra wan destêverdan hatiye kirin, asta beşdariya xelkê kêmtir ji %40 bûye, bi vê wateyê ku sartirîn hilbijartina li hemû dîroka rêjîma Îslamiya Îranê û sartir ji hilbijartina doreya sêzdehem e ku “Îbrahîm Reîsî” bi rikeberî digel dengê şewitî de navê wî ji sendûqan hate derxistin. Ev yeka jî encama têgihîştina siyasiya xelkê Îranê û geşeya tevgera mafxwazaneya gelên Îranê ye.

Dema ku Elî Xawmineyî bi lahîkirinê xelk gazî dikire bo ser sendûqan û digot ku nabe bo karekê ku ne zehmetî heye û ne ti nirxekê didin, dudil bin, çimkî her dengeke we sitûnek bo ragirtina vê nizamê ye, Xelkê jî bê dudilî û bi bawerî bi rastiya helwîsta xwe, “Ne” gotne rêberê rêjîmê û bo vê ku bibêjin her dengek ku bo sendûqê nehatiye avêtin, dengê dijber û li hemberî rêjîma Îslamî ye.

Serkevtina baykotkirina binav hilbijartina serkomariyê, daye xuya ku xelkê Îranê êdî amade nîne bi hilbijartina li navbera “xirab” û “xirabtir” qedera jiyan û paşeroja xwe bispêre destê rêjîmê, vê yekê da xuya ku ne bi sozên çewt û xap-andinê, dilxweş dibin û ne dengê xwe dikin alava destê rêjîma Îslamî bo bi destveanîna rewatiya vê ya nemayî. Baykotkirina berfireh a hilbijartinan, şêwaza rifrandomeke eşkere li dijî rêjîma Îslamî û zêdetir ji 4 dehikên kuştin, cinayet, girtin û bidarvekirin, gendelî û destbiserdagirtina sîstematîk a maf û azadiyan ji aliyê desthilat rêjîmê bû.

Baykotkirina hilbijartin a 8ê Pûşperê, berdewamiya gotina “Ne” bi rêjîmê ya hilbijartina 11ê Reşemeya sala derbasbûyî bû û hevdem çirîskîna tevgera “Jîna” bi dirûşma “Jin Jiyan Azaî”yê û berdewamiya xebat û berxwedaniya xelkê Îranê bo derbasbûn ji rêjîma Îslamî bû. Niha jî hewlên rêjîmê li gera yekem de şikest xwariye, li benda gera duyem û Îna bê ye ku bi rêya nîşandana çewt a rikeberiya du nêrîn û hizrên dij bi hev bo handana xelkê, her wek Xamineyî îtiraf kiribû, abrû û hetikekê bo mana rêjîmê bi dest ve bînin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî pîrozkirina serkevtina baykotkirinê û îradeya hemû gelên Îranê bi taybet gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku kêmtirîn rêjeya beşdarîkirinê tê de hate tomarkirin, daxwaza berdewamiya vê xebat û xweragiriyê li gera duyem a vê hilbijartinê de jî dike. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê her li vê çarşoveyê de jî rola karlêker a Hizba Dêmokrat û rêkxistinên siyasî, jinan û ciwanan, bijartiyên siyasî, rewşenbîrî û olî, ragihandin û rêkxiravên civaka medenî li serêxistina helwîsata baykotkirin û tomarkirina vê serkevtinê bi ser rêjîmê, bi bilind dinirxîne.

Ji dîtingeha Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve, encama vê binav hilbijartina nû ya rêjîma Îslamiya Îranê, hilgirê peyamekê jî bo welatan û civaka cîhanî ye ku ew rêjîma şerxwaz û çêkerê qeyranan ku aramî û asayîşa deverê aloz kiriye, li navxweyê Îranê de bi çi qasekê li hember îradeya xelkê de zelûl e û desthilata vê heta çi astekê herifî û hilveşiyayî ye, lewma welat û civaka navnetewî, hewce ye ku dengê tevgera mafxwazaneya xelkê Îranê bo derbasbûn ji rêjîma Îslamî bibhîzin û bo encamdana cinayetan û tepeserkirina zêdetir a tevgera nerizayetî, derfetê nedne rêjîma Îslamiya Îranê. Hizba Dêmokrat hevdem serkevtina baykotkirina vê carê jî bi destkevtek girîng bo yekîtî û hevxebatiya aliyên siyasî û pêkhateyên Îranê bo girîngîdan bi xebat û tekoşîna hemû alî û çendîn alî li dijî rêjîma Îslamiya Îranê û serkevtin bi ser vê rêjîmê dizane.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê‏

30ê Hezîrana 2024 a Zayînî