Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

100 çalakvanên siyasî û medenî: Elî Xamineyî berpirsyarê guherîna Korona bi karesateke netewî ye

12:30 - 30 Adar 2020

Roja Yekşemî 10`ê Xakelêwe, 100 çalakvanên medenî û siyasî, di daxuyaniyekê de, rêberê rejîma Îranê, Elî Xamineyî, bi yekem berpirsê belavbûna seraserî a nexweşiya COVID 19 di Îranê de bi karesateke netewî dane zanîn.

Nivîserên wê daxuyaniyê, tekez kirine ku veşartina vîrûsa Koronayê ji aliyê rejîm û hêzên ewlehî yên rejîmê ve, bi hegerên wekî beşdariya xelkê di dengdan bo meclîsa rejîmê û rêpîvana 22`ê Rêbendanê, derfeta zêrîn bona kontrolkirina wê vîrûsa metirsîdar, ji xelkê Îranê hate standin.

Hindek ji berpirsên Wezareta Tendurista a rejîma Îranê, baskirine ku vîrûsa Korona ji destpêka meha Rêbendan a sala derbasbûyî de li welatê Îranê belavbibû lê berpirsên rejîma Îranê ev red kiribûn.

Wan çalakvanên siyasî û medenî di daxuyaniya xwe de bi îşarekirin bi gotinên rêberê rejîma Îranê wekî “êrîşa biyolojîk û hebûna cin ji aliyê dujmin” ve û herwisa mijarên din ên wekî “derxistana pizîşkên bêsînor ji welatê Îran”ê, tekezkirin ku “can û jiyana tek tekê hevwelatiyên Îranê ji aliyê rêberê rejîmê şêwirmendên wî û hêzên leşkerî, ewlehiyê ve bi barmite hatiye girtin” û rejîma guh nade ti fermanekê û tenê li pey wê siyasetê ketiye.