Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna berhemanîna neftê li Îraq û Îmaratê, devsa nefta Îranê tejî kiriye

12:38 - 12 Çirriya paşîn 2026

Pêka rapora Opêkê, tevî daketina %41 a berhemanîna neftê li Îranê bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî, serhev berhemanîna nefta endamên Opêkê ji asta berî şerê li Kendavê jî zêdetir bûye.

Li rapora Opêkê de hatiye ku berhemanîna nefta Îranê ji 3 milyon û 262 hezar bermîlan bo milyonek û 914 hezar bermîlan li heyva Çiriya Pêşîn anku Octoberê, daketiye û tê xuya berhemanîna neftê li Îranê milyonek û 348 heraz bermîl li rojê de daketiye.

Li vî heyamî de Îraq û Îmaratê, asta berhemanîna nefta xwe ji rêjeya daketina berhemenîna nefta Îranê zêdetir kirine û bi wî awayî berhemanîna giştî ya Opêkê ji asta berî şerê Kendavê zêdetir bûye.

Li vê derheqê de Opêkê ragihand ku berhemanîna rojane li sala derbasbûyî de 24 milyon û 363 hezar bermîl bû û îsal ev rêje li heyva Çiriya Pêşîn anku Octoberê de 25 milyon û 250 hezar bermîl bûye, tê xuya ku berhemanîna nefta Opêkê li heyva Octoberê de 887 hezar bermîl zêdetir bûye.