Girûpa ser bi rêjîma Îranê ya bi navê Ketayîbê Hizbullah bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandin ku berpirsê her cure êrîşek bo ser heşda şeibî û girûpên din ên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, li stuyê dewleta Îraqê ye.
Herwisa vê girûpa ser bi rêjîma Îranê ragihand ku bi ti awayek amade nînin xwe çek bikin û tekez kirine li egera destpêbûna şer, dê li kêleka rêjîma Îranê de bisekinin.
Herwisa taqîmeke din a ser bi rêjîma Îranê ya bi navê tevgera moqawimeta îslamî û çend taqimên din ên ser bi rêjîmê, daxuyaniyên hevşêwe belav kirine.
Daxuyaniyên wan taqimên ser bi rêjîma Îranê li halekê de ye ku Serokwezîrê Îraqê huşdarî daye wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ku her girûpeke çekdar xoserane kiryareke serbazî bike dê li hember wan de bisekine.
Herwisa Amerîkayê jî li derheq kiryarên wan milîsan de hûşdarî dabû dewleta Îraqê.