Îsraîl Katz, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand: “Dewleta Îsraîl bo dana fermana operasiyonên serbazî li Xeze, Lubnan, Sûriye û qiraxava rojavayê çemê Ordonê, hewceyî bi erêkirina dijberan û navendên yasayî nîne û li hember rêjîma Îranê jî em dê vê pêkê berdewam bin.
Navbirî tekez kir ku li hember rêjîma Îranê bi hevahengiya tevav digel Artêşa Îsraîl, micidbûn û biryardana xwe ya rast me da nîşandan û her demek hewce bike, em dê biryarên xwe cî bi cî bikin û dê her berdewam bin.
Îsraîl katz da zanîn ku ewlehiya Îsraîlê li benda pêvajoyên siyasî namîne û biryardanên li derheq pirsên ewlehî li stuyê dewlet, Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê ye.
Axaftinên Wezîrê Berevaniya Îsraîl dide xuya ku guherînên siyasî li Îsraîlê ti bandor an karlêkeriyek li ser helwîst û biryardanên Îsraîl bo sekinîn li hember gefên paşmaweyên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê li Sûriye Lubnan, Xeze û deverên din de nabe.