Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10’ê Octoberê roja cîhanî ya xebat li dijî cezaya darvekirinê

15:17 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Arif Vêlzî

Sala 2002’an rêkxirawên “Lêborîna navnetewî” û “lihevhatina cîhanî li dijî cezaya darvekirinê” bi merema nehêlana cezaya dijî mirovî ya darvekirinê, 10’ê Octoberê (10’ê Çiriya pêşîn) weke roja cîhanî a xebat li dijî cezaya darvekirinê diyarî kir.

Piştî derbazbûna pitir ji 10 salan bi ser diyarîkirina vê rojê, em dibînin ku bi xweşî ve herçend di gellek welatên Rojavayî û pêşkevtî de, pitir ji çend dehik e ku cezaya darvekirinê nahê birêvebirin, lê di encama hewl û mandîbûnên rêkxirawên berevanê mafê mirovan li seranserî cîhanê, niha di 97 welatên cîhanê de bi awayekî yasayî cezaya darvekirinê ji holê hatiye rakirin û herweha bi sedema givaşên navxweyî û derekî, bi awayekî piraktîkî di 36 welatan de jî cezaya han hatiye sekinandin û di 8 welatan de jî, cezaya darvekirinê tenê bo tawanên pir giran tê diyarîkirin, bi giştî di cîhanê de tenê di welatên Îran, Çîn, Amerîka, Erebistan û 27 welatên din, serbarê nerazîbûnên zaf ên navxweyî û civaka cîhanî, hêj cezaya han birêve diçe.

Deshilatdarên Komara Îslamî her di despêka dizîna berhem û samanên şoreşa gelên Îranê, mêtoda darvekirinê bona tirsandin û jinavbirina cudahizrên xwe, kire serhêla siyasetên xwe ên binajoxwaz. Lewma me dît ku di komkujiyên dehika 80’î ya Zayînî de, bi hezaran xortên bêtawan ên gelên Îran bi kindirê cehl û nezaniyê xendiqandin.

Birêvebirina vê siyasetê bi awayekî sîstimatîk û darêtî li jêr navên cur bi cur bo jinavbirina çalakên siyasî û civakî ji aliyekê û ji aliyê din ve, darvekirina zarokên bin 18 saliyê û darvekirina li cihên giştî û li ber çavên xelkê, bûye sedema vê yekê ku Komara Îslamî bi liberçavgirtina nifûsê, di pileya yekemîn a cezaya darvekirinê di cîhanê de cih bigire.

Eva ku cihê hûrbîniyê ye ev e ku, piştî pêkanîna hikûmetê ji aliyê Hesen Rûhanî ve ku bi dewleta “Tedbîr û hêviyê” dihat pênasekirin, gellek kes û alî liser vê baweriyê bûn û niha jî her li ser vê baweriyê ne ku, Îran ber bi demokratîzebûnê ve diçe û wê guherîn bi ser siyasetên wê li ser asta navxweyî û derve de bê, lê berevajî derket, û me dît ku tenê di 2 heyvên despêka avabûna dewleta “Tedbîr û hêviyê” de, pitir ji 140 kesî di girtîgeh û cihên giştî de hatine darvekirin û eva jî vê rastiyê diselimîne ku, kindirê kujer yê darvekirinê di Îranê de, tenê bi jinavçûna Komara Îslamî û cudahiya ol û dewletê di çarçoveya deshilata siyasî a Îranê de, ji Cerseqîlê û di odeyên îdamê û di pişt mîleyên yarîgehên werzişî de, wê bê xwar.