Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 kes ji endamê Sipa Pasdaran û Hizbula Lubnanê li Sûriyê hatin Kuştin

15:08 - 19 Gulan 2013

Kurdistanmedia: 4 endamên Sipa Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê û 7 endamên Hizbulla Lubnanê li şer li gel Arteşa Azad a Sûriyê hatin kuştin.

Malpera Alarabiya bilav kir, 11 kes ji endamên sipa pasdaran û Hizbulla Lubnanê bi hinceta şer li gel Arteşa Azad a Sûriyê çûbûne wî welatî, hatin kuştin.

Her divê pêywendiyê de komîteya Hevdengî a Şoreşa Sûriyê bilav kir, ew 11 endamên sipa pasdaran û Hizbulla Lubnanê li bajarê Humsê hatine kuştin.

Ji aliyek din ve roja înê hêzên rejîma Sûriyê pitir ji 113 zarok, jin û mêr yên bêdifa kuştine û pitir ji 223 cihên Sûriyê bombaran kirine.

Dijberên rejîma Sûriyê carek din regehndin, ku rejîma Sûriyê li çeka kîmyayî bi dijî xelkên nerazî mafah werdigire.