Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 welatên cîhanê: Rejîma Îranê dibe çekdarên xwe di nav Sûriyê de derxîne

15:53 - 24 Gulan 2013

Kurdistanmedia: 11 welatên cîhanê piştî dawî hatina civîna dostên Sûriyê li Ordunê di daxuyaniyekê de dazwaz ji rejîma Îslamiya Îranê kirin ku hêzên çekdarên xwe li Sûriyê de derxînin.
Wezîrên dereve yê pişikdar di civîna dostên Sûriyê li Ordunê ragehandin, bûna hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê û Hizbullahê li Sûriyê û piştevanîkirin li rejîma Sûriyê, ewlehiya herêma Rojhelata Navîn xistine metirsiyê.
Nûçegehaniya Ruêtêrz bilav kir, di daxuyaniyê de hatiye her çend rejîma Îranê bi berdewamî nikolî li hebûna hêzên xwe li axa Sûriyê kiriye, lê hinek belgename ji ber dest hene ku eşkere dike ku Îran li Sûriyê hizûra leşkerî heye.
Piştire jî Hikumeta Amrîkayê ragehand, rûniştina dostên Sûriyê li Ordunê bi hinceta dîtina rêya çareseriya astengiyên Sûriyê, birêve diçe.
Pişkek berçav ji hevwelatiyên Sûriyê û Encumena Nîştimaniya Sûriyê jî li ser vê bawerê ne ku çareseriya qeyrana Sûriyê rêya siyasî nine.