Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

112 hezar penaber li kampa Domiz hatine tomarkirin

16:40 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Piştî daxistina xala sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê, Hikûmeta Herêmê ragihand ku 112 hezar û 200 penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li kampa Domiz hatine tomar kirinê.
Birêvebirê ragihandina kampa Domiz ji bi malpera “Xendan”ê re ragihand ku, hikûmeta Herêmê taybet li nîverasta vê heyvê 700 penaberên din li kampa Domiz wergirt ku ev çend rojin ketine axa herêmê û di rewşekî gelek dijwar de jiyana xwe birêve dibin.
Salim Seîd got: Ew penaberên ku hatine kampa Domiz piraniya wan jiber nexweşî û ji ber tunebûnê û hejariyê dinalin. Seîd teqez kir ku hejmara penaberên kampa Domizê û ewên ku navên xwe tomar kirine gihîştiye 112 hezar û 200 penaber.
Li gor gotina Salim Seîd li gel wergirtina ew 700 penaber li kampa Domiz hejmara penaberên din berê xwe dane bajarên din yên Herêma Kurdistanê û bi giştî hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Herêma Kurdistanê ne gihîştine nêzîkî 160 hezar penaber ku navê wan bi fermî hatine tomar kirinê.
Birêvebirê ragihandina kampa Domiz aşkira kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir li 15 milyon dolar bo kampa Domizê terxan kiriye bo zevî û rêûban û tora avê û karebê, kerta perwerdê, xwendinê û tendirustiyê û pagijkirina kampê, her weha beşekî zor jî ji wan pareyan di van biwaran de hatiye xerc kirinê.