Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de nêzî 8 milyon kes tûşî nexweşiya diyabêtê bûne

11:16 - 16 Gulan 2024

Pizîşkan li Îranê de li derheq menca zêdebûna nexweşiya diyabêt anku nexweşiya şekerê, hûşdarî dane û pêka amarên rêjîmê, nêzî 8 milyon kes li Îranê tûşî nexweşiya diyabêtê bûye.

Endamekî Heyete Birêveberiya Civaka Pizîşên pispor ên Îranê yê bi navê “Elîriza Îstiqametî, zêdetir ji %14 a heşîmeta Îranê yên ku temenê wan zêdetir ji 20 salî ye tûşî nexweçiya diyabêtê bûne û bi vê pêkê zêdetir ji 7 milyon kes in.

Herwisa navbirî gotiye ku 15 heta %20 a xelkê Îranê, pêşxana tûşbûn bi diyabêt hene ku pitira herî zêde ya wan dê tûşî nexweşiya diyabêtê bibin û rêjeya tûşbûn bi vê nexweşiyê, dê hêj zêdetir bibe.

Herwisa navbirî li axaftinên xwe de îşare bi bilindbûna nirxa dermanên diyabêt li Îranê de kiriye.

Pirsgirêka destnekevtin û bilindbûna nirxa dermanên taybet li Îranê, çendîn dihik in ku li Îranê de nehatiye çareserkirin û dermanên hewce bo nexwşên taybet ên wek diyabêtê, li bazara reş de bi 10 qat zêdetir difroşin û piraniya xelkê Îranê bi sedema destkurtî û hejariyê û herwisa bîmeya bê wec, nikarin wan dermanan dabîn bikin.

Pêka amarên rêjîmê, li sala 1402 a Rojî de 240 milyon dermanê taybet bi diyasbêtê ya bi navê “Mitformîn” hatine firotin ku bi berhevdanîn digel sala 1401 a Rojî, %30 zêde bûye.