Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyê li Xurasanê xisarên canî û malî li pey xwe anîn

11:13 - 16 Gulan 2024

Pêka dawî raporan, zêdetir ji 8 kes bi sedema rabûna lehiyê Li Xurazanê de canê xwe ji dest dane û 32 kes jî bê serûşûn bûne lê heta niha rêjîmê ti alîkariyek negihandiye berketiyên lehiyê.

Pêka dawî amarên roja Çarşemî 26ê Banemerê, bi sedema rabûna lehî li Xurasanê, bi taybet li bajarê Meşhedê, 8 kesan canê xwe ji dest daye û 32 kes jî bê serûşûn bûne û li gundê “Baxek”ê ser bi bajarê “Serexs”ê de jî rabûna lehiyê, hejmarek ji xaniyên xelkê herifandine û ji navbirine lê ti amareke serast ji xisarên malî an canê yên wî gundî belav nebûne.

Pêka girte vidyoyeke belavbûyî, bajarvaniya bajarê “Meşhed”ê, geliyek bi armanca avakirina xaniyan girêdaye û rêya lehiyê hatiye girêdan û xisarên giranê ên canî û malî li taxa “Spah 66” a bajarê Meşhedê bi sedema nebûna rêya derketina û derbasbûna lehiyê bûye û bi wî awayî, xaniyên xelkê ber lehiyê ketine.

Ew amarne destpêkî ne û rêjeya serast a canjidestdan, bêserûşûnbûn û herwisa rêjeya xisarên malî bi serastî nehatiye zanîn.

Rjîma Îranê heta niha ti alîkariyek bo rizgarkirina berketiyên lehiyê nekiriye û herwisa bo gihandina alîkariyên mirovî bo berketiyên lehiyê jî tê pêngawek hilnegirtiye.