Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

11:18 - 16 Gulan 2024

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê rû bi xelkê “Şamî Daşxan”ê ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Çend kesên çekdar li jêr navê pêşmerrgeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li “Şamî Daşxan”ê ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê de cihgîr bûne. Wan kesan daxwaz ji çend kesan ên xelkê vê deverê kirine ku pêwendiyên digel wan bigrin û serdana wan bikin.

Em xelkê vê deverê agehdar dikin ku pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê deverê de nînin, lewma ti kesek pêwendiyê bi wan re neke.

 

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê

26ê Banemera 1403 a Rojî