Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşên diyalîzî yên girtîgeha Êvînê li nexweşaneyan de nayêne vergirtin

11:00 - 16 Gulan 2024

Nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Têhranê, ji vergirtina nexweşên diyalîzî yên girtîgeha Êvîn a rêjîmê, xwe diparêze û ragihandiye ku ew nexweşane ji aliyê kêzikên cura “Sas” ve hatine gestin.

Nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Têhranê ragihandiye ku ji vergirtina nexweşên diyalîzî yên girtîgeha Êvênê xwe diparêze, bi vê sedemê ku ew girtiyane rastî gezîna kêzikên “Sas” hatine û geza wan cure kêzikan bo nexweşên taybet 2 qat bi berhevdanîn digel kesên tendirûst karlêkerî û bandora nerênî heye.

berpirsên rêjîmê û mîdyayên ser bi rêjîma Îranê înkar dikin ku kêzikên “Sas” li benda 8 a girtîgeha Êvînê de hene.

Pêştir “Ziya Nebewî” yê girtiyê siyasî yê li vê bendê de bi belavkirina nivêsekê pirsyar kiribû ku ma gelo, gestin ji aliyê kêzikên Sas, beşek ji sezakirina me ye? Herwisa navbirî bas ji jan û azarên girtiyên siyasî ji gezên wan kêzikan li benda 8 a girtîgeha êvînê kiribû.

Herwisa “Cemal Amilî”, yê helbestvan û girtiyê siyasî yê li girtîgeha Êvînê li vê derheqê de gotiye: “Ez nizanin lekeyên li ser laşê min ji gezên sas in an yên belavbûna nexweçiya min in, sasên vê girtîgehê ji sasên din 2 qat mezintirin”.

Rewşa gelek xirab a paqijî ya li girtîgehên rêjîmê ku bi zanebûn û bi armanca azardana girtiyan bi taybet girtiyên siyasî, şêwazeke din a îşkencekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de ye.