Kombûnên nerîzayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in û zêringirên bajarê Sinê jî tevlî mangirtina zêringiran bûn.
Roja Çarşemî 26ê Banemerê, zêringirên bajarê Sinê li Rojhilatê Kurdistanê tevlî mangirtina zêringiran bûn û pêka gotina sendîkaya Zêringiran, hekî biryara meclîsa rêjîmê bo tomarkirina tevahiya darayiya zêringiran û çavdêrî li ser hemû hûrdekariyên kirîn û firotina zêr û dirafê biyanî, neyê hilveşandin, ew mangirtine dê berdewam be û roj bi roj dê berfirehtir bibin.
Herwisa hejmarek ji xelkê medenî yê bajarê Xaşê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li rûberûyê navenda şewat a “Karwander”ê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Kedkarên pêtrokîmiya “Nigînê Mekran” li bajarê Çabihar, hejmarek ji pêşkirên maşînên pêjo li rûberûyê bînaya Saziya Piştevanîkirin ji bikarhêneran ên Tehranê û hejmarek ji firoşyarên alavên civankarî û tendirûstî li bajarê Têhranê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Herwisa li çendîn bajarên din ê Îranê yên wek Têhran û Yezd ê de jî zêringiriran mangirtina xwe berdewam kirin.