Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

12 hevwelatiyên Ereb ên Ehwazê ji aliyên hêzên ewlehîkar ên rejîma Îranê hatin girtin

16:05 - 28 Şibat 2013

Kurdistanmedia: 12 çalakvanên Ereb ên Ehwazê di dema xwandina dersa Erebî ji aliy nawenda ewlehîkar ên rejîma Îranê hatin girtin û bo ciheke nediyar hatin veguhastin.
Çalakvanên mafên mirov li Ehwazê ragehand, heya niha amanca girtina van hevwelatiyane nehatiye zanîn.
Ebas Bedewî, Emîr Bedewî, Ehmed Heîderî, Nasir Esedî, Riza Bawî, Mensûr Beracie, Mihemed Mezre’e, Salim Mezre’e, Welîd Mesiûdî, Xelîl Xusrewî, Casib Efrawî û Ehmed Bedewî navê ev hevwelatiyên ku atine girtin.
Temenê van çalakvanên Ereb ên destbiser kirî di navbera 20 heta 25 saliyê de ye.
Çen roj ber niha du çalakvanên Ereb bi navên Ebdul Rizaq Sexrî û Cevad Nasirî bi sûçek nediyar hatin girtin.
Çalakvanên Mafên Mirov li Ehwazê li ser vê bawerê ne, destbiserkirina hevwelatiyên Ereb berdewame û seba 10’ê Şibat (22’ê Behman)ê girtin û binçav kirina Erebên Ehwazî zêde bûye.