Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

120 ser hespên kasbikarên devera Tirgever a Urmiyê bi êrîşên hêzên rejîma Îranê hatin kuştin

13:08 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Di doma êrîş bo ser kasibkarên kurd li Kurdistana Rojhilat, hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê li herêma Tirgever a ser bi bajarê Urmiyê, kasibkarên kurd dan ber guleyên çekên xwe.
 
Li gor nûçeya malpera kurdistanmedia, hejmarek kasibkarên gundê “Xanegê”a ser bi devera Tirgever li zozanên Cîraçepê, rastî êrîşa hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin û di encam de 20 hespên wan bi guleya çekdarên dewletê ve hatin kuştin ku bar hildigirtibûn.

Ji aliyekî din ve, hevdem ligel wê êrîşkirinê, komek kasikarên din jî li gundê Sûlki li navçeya Tirgever ketin ber êrîşa çekdarên rejîmê. Êrîşa han jî bo ser kasibkarên gundê Sûlki li heman cih (zozanên Cîraçep) çêbûye û di encama êrîşa duyem de, 100 hespên wan kasibkaran jî hatine kuştin.

Hevwelatiyekî navçeya Tirgever ji malpera “kurdistamedia”yê ragehandiye, zozanên Cîranşep li nêzîk çiyayê Şehîdan hilketiye û hewayeke pirr hênik û xwezayeke bedew û rengîn heye, lê niha bi sedema kelexên kuştî yên hespan bi guleyên hêzên rejîma Îranê, ji berbêhna nexweş ti kes nikare nêzîkî wî cihî bibe.

Hevwelatiyê devera Tirgever diyar dike ku ji ber pîsbûna xwezaya Çiyê Şehîdan bi sedema kuştina zêde ya hespên hevwelatiyan, ajeldarên herêmê nikarin pez û mlatên xwe wir biçêrînin.