Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

13 fermandarên peyebilindên Sipaha Pasdaran li Urmiyê hatin girtin

20:46 - 18 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hifazeta Îtilata Sipaha pasdaran ên rejîma Îranê li bajarê Urmiyê di kiryarekê de 13 fermandên wê saziya leşkerî bi sûça kirîn û firotina tifengan girtin.

Li gor rapor Kurdistanmedia, di heyamê çend rojên derbasbûyî de yek ji fermandarên payebilindên emelyata Sipaha Pasdaran ku heyamê 2 salan fermandarê tîpa “Nebî Ekrem”a Zêwe a ser bi Urmiyê bû, hevdem tevî 12 fermandê din yê wê binkê htin girtin.

Navê yek ji wan fermandanê payebilindê ku bi destê malpera “Kurdistanmedia”ê gehiştiyê, “E – X” ragihandin e.

Çavkaniyekî hayîdar ji wê meselê bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia” ragihand: fermandê han ye Sipaha Pasdaran salên derbasbûyî 400 tifengên nêçîrkirinê li gundên derdûra bajarê Urmiyê zewtkiribûn ku piştre ew çekane bo ew kesên ku dîsan karê nêçîkirinê dikirin, firotin e.

Piştre jî di devera cûr ba cûrên Kurdistanê de bargehên leşkerî û ewlekarên rejîm daxwaz ji xelkê kiribûn ku tifengên nêçîrkirinê û her cire çekekî din radestî me bikin, lê bervajî awayên nasayî ji aliyê berpirsên Sipaha pasdaran ve li bazaran de dihatin firotin.