Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

130 hevwelatiyên Sûrî ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatine kuştin

13:10 - 13 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Hizbullaha Lubnanê û girupek ji Şî’ên Îraqê, piştî girtina deverekî Demişqê bi alîkariya Topxana rejîma Beşar Esed, 130 hemwelatiyên Sûriyê Kuştin.
Malpera “alarabiya.net” bilav kir, êvara roja Şemî 12’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên Hizbullaha Lubnanê û girupek li Şî’ên radîkalên Îraqê, bi alîkariya Topxana rejîma Beşar Esed, devera “Elzyabiye”a Demişqê dagir kirin.
Ew hêzane ku piştîvaniya serekî hêzên rejîma Sûriyê ye, her bi vî awayî devera “Elhuseyniye” yê jî dagîr kirine.
Li gor daxuyaniya Arteşa Azad a Sûriyê, ew hêzane piştî topbaran û dagîrkirina wê deverê, pitir ji 130 hevwelatiyên Sûriyê kuştin.
Her di vê pêwendiyê de “ Lus Miqdad” berpirsê ragihandina Arteşa Azad a Sûriyê da zanîn: Ew komkujiya hêzên Hizbullaha Lubnanê û girupa “Ebulfezl Ebas” bi biryara rejîma Îranê bûye.
Ew hêzane bi gotina diruşm zaf weke “Ey Qatilên bi cih mayên Husên” û “Ya Husên û Ya Zeneb” her kesek ku kevtiye ser rêya wan kuştine, di nav qurbaniya de rêjeyekî zaf Sunî Mezheb ber çav dikeve.
Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê, di dest pêka pevçûna navxweyî Sûriyê de, bi heceta alîkarîkirina rejîma Beşar Esed bo kuştin , tepesekirina naraziyan û hemwelatiyê bê difa, hêzekî zaf rêkirine welatê Sûriyê û heya niha jî her dom dike.