Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1360 gund li parêzgeha Sine cihê komkirina kirs û kevalan tûninin

19:16 - 27 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Pitir ji %80 gundên parêzgeha Sine cihê xirkirina kirs û kevalan tûninin û kirsên xwe bi awayeke natendurust li derdûra gudan dirijin.
Nûçegihaniya Fars ji devê cêgirê teknîkiya îdareya Jîngehparêzî yê parêzgeha Sine ve bilavkir, di vê parêzgehê de pitir ji 1700 gund heye ku pitir ji %80 cihê komkirina kirêsên xwe tûninin.
Berpirsê han da zanîn: Nebûna îmkanata hevce û osûlî ji bo komkirina kirsên gundên parêzgeha Sine rewşekî nebaş yê jîngehî bo wan gundane çêkiriye û nebûna cihê taybet bo xirkirina kirs û kevalan, bûye gefek bo ser jîngeha wê parêzgehê.
Ew kirs û kevalên ku di şiruştê de rijiyane, gefexwarineke micide bo tendurustiya akinciyên gundan û bo ajelan û mezrean jî çêkiriye.
Di Îrana jêr destelatiye rejîma Îslamî de, kirs û keval nuqm têkirin, an tê şevtandin û hinek caran jî dikene bin axê de (çal dikin), ku ewa jî tirsekî mezine li varê xuran û suana axê û pîsiya jîngehê dûrde heye.
Îro kirs û keval weke çavkaniyeke dahat ku bi rêza pîs hatiye naskirin, bi hizra karzanê abûrî bo hemdîs berhemanînê, mijûlê kiriye û weke madeya xaw û serekî meze dikin.