Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

14 cire ajelên xomalî li parêzgeha Kurdistanê tirsa ji navê çûna wan heye

19:49 - 7 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmadia: Nêçîra bê hisab û hevkarînekirina nêçîrvanan, sedema serekî ya ji navçûna pitir ji 14 cire ajelên xomalî li parêzgeha Kurdistanê ye.


Li parêzgeha Kurdistanê nêzîk bi 14 cire ajelên xomalî weke: Hirça Qehveyî, pilinga guh reş, pişîka wehşî, pişîka cengelî, se’ê avê, bizna çiya, paşquivî (Geyik) heloya dal, heloya marxwar û mamîlka agirî û Kurdistanî, tirsa ji navçûnê li ser e.
Li parêzgeha Kurdistanê seba rewşa nebaşa keş û hewa û bi taybet hebûna zozanekî giyayî û herêmî, jiyana ajelên xomalî di vê parêzgehê de taybete.
Rêveberiya giştî ya îdareya jîngeh ya parêzgeha Kurdistanê, bi nûçegihaniya “Îlna” ragihand: Helweşîna jîngeh û qaçaxkirina nêçîra bê hisab, ji navçûna wan ajelane ye û di vê navberê de jî jiyan û jîgeha hejmarek ajelên xomalî weke kev û kervîşk ji bar nine û seba nêçîra zaf tirsa ji navçûnê li ser e.
Rejîma Îranê û nawendên pêwendîdarên parastina jîngeh, li verî parastina jîngeha Kurdistanê ve xemsariyê û kêmtir bo nêçîrvana astengiyan çê dikin û di hinek deveran de piraniya nêçîrvanan kesanek ku kirê girtiyên rejîm in.