
Pêka lêkolînên “Stanford University” di sala 2021an de 14 mamostayên zanîngeha “Kurdistan”ê di bajarê “Sine”yê de wekî mamostayên zana û elît di asta cîhanê de hatine helbijartin.
Berê jî Saziya Zanistî ya “Times”ê belav kiribû ku zanîngeha “Kurdistan”ê di warê karîgeriya baş di sala 2021an pileya 601-800 heye.
Bandora zanîngehan pêka çalakiyên wan zanînehan di çarçoweya armanca geşedan bi cihgîrbûna Saziya Netewên Yekgirtî û herwisa pêka çar pîverên “Lêkolîn, Birêveberî, Geşe û Rahênan” têne hesibandin.
Zanîngeha “Kurdistan”ê di nava tev zankoyên Îranê de pileya 15 û di nava zanîngehên gelek baş de jî pileya 7 û di nava zanîngehên cîhanê de kariye pileya 601- 800ê bi dest bixe.