Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%14 zarokên xwarveyî temen 10 salî di Îranê de ji mafê xwendinê bêparin

18:54 - 2 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Pitir ji %14 zarokên temen 6 heta 10 salî di Îranê de, nexwendevar in û di rîza nexwendevaran tên hejmar kirin.
Li gor amara hatî bilavkirin li seqaya perwerde û hînkirina rejîma Îslamî ya Îranê, pitir ji 120 hezar zarokên temen 6 heya 10 salî di Îranê de ji mafê xwendinê bêbarin û weke nexwendevarê reha (Bêsewadê Mitleq) tên hejmar kirin.
Di vê pêwendiyê de, li gor amarên nafermî, sala derbas bûyî nêzîkê 4 milyîon zarok ji xwendinê bêbar bibûn û egera evê heye bi zafbûna arîşeyên darayî û abûrî ên xelkê Îranê, hejmara han zêde bike.
Dest ji kêşan li xwendinê seba pirsgirikên malî, destkortiya malbatan ji ber rêkirin bo xwendina zarokên xwe û dabîn kirina îmkanata xwendinê di demekê de ye ku bi balkişandin bi berga 30 yasaya bineretiya Îranê, rejîma Îslamiya Îranê erkdare heya xizmetguzariya perwerde û hînkirina hevwelatiyan heta dawî hatina qonaxa amadeyî dabîn bike.
Li gor encama serjimêriya sala 1390’an a Rojî, di Îranê de 9 milyîon û 719 hezar nexwendevar heye ku 3 milyîon û 456 hezar kes ji wan li temenê navbera 10 heta 50 saliyê de ne.