Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15 nêçîrvanên Kurd li Kamyaranê dest ji nêçîrkirinê kişandin

15:46 - 15 Adar 2014

Kurdistanmedia: 15 nêçîrvanên Kurd xelkê Kamyaranê bi dest kişandin ji nêçîrkirinê û şikandina tifengên xwe, tevî siroşt û ajel û teyran aşt bûn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, paş helwêsta Ehmed Ezîzî nêçîrvanê Kurd xelkê devera Hewramanê û şikandina tifenga xwe û herwiha dest kişandina 50 nêçîrvanên din yên Kurd li Îlamê, vê carê 15 nêçîrvanên din ên Kurd li bajarê Kamyaranê dest ji nêçîrkirinê anîn û bi gotin wan hertim ligelsiroştê aşt dibin.

15 nêçîrvanên han di rê resmekê de li bajarê Kamyaranê bi amadebûna jênge dostên Kurdistanê û çalakvanên jîngeh parîziyê ew helwêsta ragihandin.

Piştre jî li parêzgeha Îlamê 50 nêçîrvanên Kurd xelkê Îlamê li Zerînava bi radestkirina tifengên xwe bi îdareya jîngeh parêzî bo hertim dest ji nêçîrkirin kişandin.

Di vê pêwendiyê de li bajarê Nexedê a ser bi parêzgeha Urmiyê jî, nêçîrvanekî din yê Kurd bi serbestkirina 20 kew û şikandin û şewatindina qefesên xwe dest ji nêçîrkieinê anî.

Li rê û resma dest kişandina 15 nêçîrvanên Kamyaranê li nêçîrkirinê, 15 kew bi awayeke sembolîk hatin azad kirin.