Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

150 hezar hemwelatî di parêzgeha Sine de bêkar in

14:16 - 30 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Bi gotina yek ji nûnerên Mecilsa Îranê nirxa bêkarî di parêzhega Sine de du qas ji nêvinciya bêkariya Îranê zêdetire.

Li gor rapora Kurdistanmedia û pişt girêdan bi gotinên dawî yên nûnerê parêzgeha Sine li Meclisa Îranê, bêkarî di parêzgeha Sinê bo kirîzeke çareser nekirî.

Yek ji nûnerên Perlemana rejîma Îslamî ya Îranê, nirxa nebûna kar di parêzgeha Sine %25 ragihandiye, ku ewa di demekê de ku navenda serhejmariya Îranê nirxa bêkarî di Îranê de %16,1 ragihandibû.

Parêzgeha Sine bi nirxa %16,1’a navenda amara Îran, sêyemîn parêzgeha nebûna kar di Îranê de ye.

Li gor raporan niha pitir ji 150 hezar hemwelatiyên Kurd li parêzgeha Sine bêkarin û rewta bêkarî di vê parêzgehê de seba daxistina fabrîkan (Karxane) û kargeha berhemanîn û derkirina kedkaran li ser karên xwe, dirêje heye.
Di vê pêwendiyê de piştre jî malpera “Îsna” li devê berpirsê giştî yê îdareya Teawûn, kar û rifaha civakî ve bilav kir, pitir ji 117 hezar kes di parêzgeha Urmiyê bêkar in.