
164 çalakvanên siyasî û medenî, li derveyî welatê Îranê, di daxuyaniyekê de, tevî bi şano naskirina hilbijartina meclisa rejîma Îranê û hilbijartina navdewreyî ya Xubregan di meha Reşememehê de, ji hevwelatiyên Îranê daxwaz kirin ku, bi nafermaniya medenî û beşdarî nekirin di wan hilbijartinan de, “Ji mafên xwe yên hevwelatîbûnê berevanî bikin”.
Di wê daxuyaniyê de tekezî li ser pêkhateya hilbijartinê a rejîma Îranê hatiye kirinê ku, zêdetir ji berê digel yasayên hilbijartina azad, dijatî peyda kiriye. Û hilbijartina meha Reşemê, di demekê de dê bi rê ve here ku, “çarenivîsa %70 a cihên bi nav nûneratî di pêş de, ji aliyê Wilayeta Feqîh, Şêvreya Nigehban û hêzên leşkerî-ewlehiyê ve, hatiye diyarîkirin”.
Wajokerê wê daxuyanê bi îşarekirin bi kesên ku di xwenîşandanên meha Xezelwerê de û qurbaniyên xistina xwarê a balafira rêwiyan a Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve ku canê xwe ji dest dane dane zanîn: “Beşdarîkirin di wê hilbijartinê de, “binbêkirina xwîna wan qurbaniyan e û herwisa beşdarîkirin di wê hilbijartinê de, “Av pêdakirin bi aşê zordariya Olî bo qerebûkirina rewatiya ji dest çûyî ya rejîmê ye”.
Bi wî awayî wan çalakvanan daxwaz ji hevwelatiyan kirine ku hilbijartinê baykot bikin.