Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 hemwelatiyên Kurd ji aliyê îdareya Îtilatê ve hatin girtin

15:59 - 18 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Paş 10 roj ji narûniya çarenivîsa 2 çalakvanên kedkar bi navên Mêhrdad Sebûrî û Efşîn Nedîmî, nûça destbiserkirina ew du çalakvane ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hat bilavkirin.


Komîteya hevdengî bo pêkanîna nawendên kedkarî bilav kir, du çalakvanên Kurd paş ziwirîna wan ji Herêma Kurdistana Başûrê li axa Îranê de ji aliyê îdareya Îtilatê ve hatin girtin û niha li îdareya Îtilata bajarê Kamyaranê destbiser in.
Li gor rapora han tû agahiyek ji rewşa tendurustiya ew du çalakvane kedkare ji ber dest nine û heta niha tû pêwendiyeke telefonî tevî malbata xwe nebûn e.
Mêhrdad Sebûrî temen 24 salî û xelkê bajarê Sine û Efşîn Nedîmî xelkê bajarê Kamyaranê û ji endamên komîteya hevdengî bo pêkanîna nawendên kedkarî, 10 roj berî niha di dema ziwirînê li Herêma Kurdistanê heya niha nadiyarin bûn ku roja Yekşemî Berwar 17’ê Şiriya Paşîn a 2013’an, nûça destbiserkirina wan li îdareya Îtilata bajarê Kamyaranê hat bilavkirin.
Piştre Efşîn Nedîmî li sala 1389’a Rojî, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Kamyaranê hatibû girtin û ji aliyê dozgeriya Înqilaba bajarê Sine ve cezaya 4 meh zîndana te’zîrî bi ser de sepabû.

Her wusa Efşîn piştre jî li sala 1380’a Rojî, ji aliyê dadigeha bajarê Kamyaranê ve bi tometa propagende li dijî rejîm, hukma 4 heyv zîndanî bi ser de sepandibûn.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, li destpêka meha Xezelwera 1392’a Rojî heya niha 17 hemwelatiyên Kurd ji aliyê nawendên leşkerî û ewlehiyên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.