Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 Îranî bi sûça karê terorîstî li Taylendê bi girtinê hatin mehkûm kirin

16:09 - 22 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Dezgeha dedweriya welata Taylendê 2 Îranê bi sûça danîna bomb bi hinceta encam dana karê terorîstî, bi zîndana hetahetayî û 15 sal girtin hukm dan.


Nûegehaniya Feranse bilavkir, “Seîd Murdî” temen 29 salî bi tawana hilgirtina alav û madeyên teqemenî û hewldan bo kuştina berpirsên Taylendê, bi girtina hetahetayî mehkûm bû.
Her di vê pêwendiyê de “Mihemed Xezayî” temen 43 salî bi sûça hilgirtina teqemenî û dariştina pîlan, ji aliyê dezgeha dadweriya Taylendê ve bi 15 sal zîndan hat mehkûm kirin.

6297.jpg


Şibata 2012’an Piştî zincîre teqînên li Bankok a paytextê Taylandê ku ji alîyê 3 hevwelatîyên Îranî ve hatibûn encamdan, polîsê Bankokê 2 kes ji ewan her sê kesan girtin û tohmeta hewldan bo kuştina dîplomatkarên Israyelî li Taylandê xiste pal wan û kesê sêyem ku ew jî Îranî ye xwe gihandiye Malaysiyayê.

Mihemed Xezayî di encama teqînê de pêyekî xwe ji dest da.