Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 Îranî li Turkiyê bi sûça sîxurî bi zîndanê hatin mekum kirin

17:27 - 3 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Du Îranî û Turkek seba dana belgên veşartî ên bingehên leşkeriyên Turkiyê bi rejîma Îranê, li dozgeriyekî vî welatî de bi zîndan hatin mekum kirin.

Li gor rapora rojnemeya “Ziman”a Turkî, dozgeriya Erezrumê bo “Şehram Zerxamxubî” û “Mihemedriza Elîmalik” ku sîxurên rejîma Îslamiya Îranê ne û li Turkiyê akincî ne, bi rêz 15 û 13 sal zîndan birîwe.
Yekek din ji tawanbarên vê doseyê “Teyîmur Axirî” ye ku hevwelatiyê Turkiyê ye û eva jî bi 15 sal girtin hatiye mehkum kirin.

Ew 3 kese bi vê hatine sûçdar kirin ku belgeyên veşartî ên pêwendî tevî hêzên çekdarên Turkiyê û sazmana ewlehiya vî welatî, bi rejîma Îranê dene.
Her divê pêwendiyê de, dadigaha “Bako” jî 22 kes li dest û pêywendiyên Îranê li komara Azerbayîcanê bi tawana alîkarîkirin li gel Îranê û amadigîsazî bo êrîşên terorîstî hatine dadigahî kirin.

Piştre jî li Rojhelata Navîn û li hinek welatên Cîhanê, kesanek bi sûça sîxurî bo rejîma Îranê û alîkarî tevî sipasha pasdaran bi dariştina êrîşên terorîstî hatine girtin û dadigahî kirine.
Yemen, Malizî, Hînd, Turkiye û Erebistana Siudî li wan welatane de çendîn sîxurên rejîma Îslamiya Îranê hatine girtin.