Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 kes di Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîmê ve kevtne ber desrêja gulan

11:56 - 16 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemiyê hêzên çekdare rejîmê di nava bajêrokê Dewlet abada Kirmaşanê de, Maşînekî Pêjo 405 dane ber desrêja gulan ku 2 kes di nava wê Maşînê de bûn.

Di encama teqa hêzên rejîmê bo ser wê maşînê Şofêrê maşînê yê bi navê Eşkan Ezîzî dest bi cî canê xwe ji dest da û kesê dinê ku gel da bû, bi navê Burhan Ezîzî bi tundî birîndar bû.

Ew 2 lavên Kurd ku yêk hate kuştin û evê dinê birîndar bû, ji Olê Yarsanîne û kurxaltîkên hevdu bûne.

Heya amade kirina wî nûçeyî, di derheq sedemê dana ber gulaye wê Maşînê, çi zaniyariyek ber dest nîne.

Tête gotin ku hêzên rejîmê piştî encamdana wê cinayetê, ji tirsê xelkê wê taxê revîne û cihê cinayetê terik kirine