Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 kolberên Kurd li deverên sînorî yên Kurdistana Rojhelatê bi destdirêjiya hêzên rejîmê hatin kuştin

13:11 - 9 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Du kolberên Kurd xelkê bajarê Mako û Banê li deverên sînorî yên Kurdistana Rojhelatê bi teqeya rasterast a hêzên Leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê canê xwe ji dest dan.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia pişt girtin bi çavkaniyên nûçeyan, “Secad Çûpanî” temen 30 salî û xelkê bajarê Mako yê li ser çiyayên navbera Mako û Bazerganê ji aliyê hêzên Leşkeriyên rejîma komara Îslamiya Îranê ve hat kuştin.

Her di vê pêywendiyê de ajansa nûçegehaniya “Kurdpa” jî srbarî pişt rast kirina wî nûçeyê bilav kir, termê Secad Çûpanî li çiyayên Mako yê ji aliyê hevwelatiyan hetiye peyda kirin.

Ji aliyek din ve kolberek din yê Kurd bi navê Mihemed Kerîmîpûr temen 25 salî xelkê devera Banê ketiye kemîna hêzên leşkerî û bi teqeyan canê xwe ji dest daye.

Mihemed li dema derbas bûna devera Ehmadava teqe lê hatiye kirin û bi gotina kesên hayîdar ev kolberê Kurd tu kelupelek li gelî nebiye.

Li gor rapora bilav kirî ji aliyê malpera Kurdistanmedi, li destpêka sala nû haya niha 3 kolberên Kurd li deverên sînoriyên Kurdistann bi goleyên hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndar kirin.-

Li koma giştiya vê rêjeyê 2 kolber hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.