Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 tirombêlên bombrêjîkirî li ber asayişa Hewlêr û asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê teqîn

18:47 - 29 Îlon 2013

Kurdistanmedia: 2 tirombêlên bombrêjîkirî li ber asayêşa Hewlêr li Herêma Kurdistanê teqîn û hejmarek hemwelatî û hêzên asayiş hatin kuştin û birîndarkirin.


Li gor rapora malpera Rûdaw, paşnûveroya îro Yekşemî berwar 29’ê Îlona 2013’an, di encama 2 tirombêlên bombrêjîkirî li ber asayêşa Hewlêrê û asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê teqîn û li gor agahiyan pitir 40 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Piştî torombêla bombrêjîkirî li nêzîk asayişa Hewlêrê û birîndarbûna hejmarek hevwelatî û hêzên asayişê, ambolansekî nawena ojans û nexweşxanan bo cihê teqîneweyê diçe û li gor agahiyan 2 ambolans dibine armanca narincekan û di encam de agir digrin û diteqin.
Li destpêka teqînan ve heya niha teqekirin dest pê kiriye û li gor agahiyan hindek ji çavkaniyan 36 kes hatine birîndarkirin û 6 kes jî hatine kuştin.
Li gor hinek agahiyan, hejmara birîndaran 62 kes ragihadine û rewşa 5 kes ji wan birîndarane nebaş e.

Li gor nûçeyan ku çavkaniyên hundirîn in bilav kirine, çend kes li terorîstan bi destê hêzên asayişê hatin kuştin, lê heya niha encamdana ev kiryara xwekujiyê nehatiye ragihandin.