Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 hemwelatiyên Kurd di mehekê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin

22:05 - 21 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Di duyemîn meha sala 1393’a Rojî de, 20 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî û ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê ve di Kurdistana Îranê de hatine girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, îdareya Îtilat û hêzên Ewlehkar yên rejîma Îslamî ya Îranê di Kurdistana Îranê de tenê bi xwe 10 kes ji wan 20 kesane destbiser kirine û hejmarek din jî ji aliyê hêzên Întizamî û îdareya Emakinê ve hatine girtin.

Polîsê rê û ban û hêzên îdareya çavkaniyên xweyayî jî di vê mehê de çend hemwelatiyên Kurd destbiser kirine.

Piraniya wan welatiyane Kurd in ku ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatine girtin, li bajarên Sine, Bane, Pawe, Riwanser, Rebet û Seqizê bûne ku tometa piraniya wan çalakiya mezhebî bûye.

Çalakiya karkerî, rakirina çek û çul, tometa beşek din a wan hemwelatiyane bûye ku ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine destbiser kirin.

Li gor rapora hatî tomar kirin li malpera Kurdistanmedia, di meha Xakelêweya 1393’a Rojî de, 21 hemwelatiyên Kurd bi tometên cur ba cur ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.

Bi hejmarkirina serhejmariyên meha Xakelêwe, di destpêka îsal ve wate di du mehên destpêka sala 1393’a Rojî de, 41 hevwelatiyên Kurd di Kurdistana Îranê de hatine girtin.