
Kurdistanmedia: Berpirsên Wezareta Zanistê ragehandine, ku 20 hezar xwendekarên derçûyê zanîngehê ku xwedî pileya dukturayê ne, di Îranê de bêkar in.
Roja Duşemiyê 3-ê Befranbarê Mucteba Şerî`etiyê Niyasar, di rêûresma rezgirtin ji xwendekarên bijarde ên zanîngeha “zanist û sen`et”ê ragehandiye, niha di Îranê de 100 hezar xwendekarên dukturayê mijûlî xwandinê ne.
Serbarê bilindbûna amara xwendekarên pileya dukturayê di Îranê de, rêjeya bêkariya vê qata civakê gelek li serê ye, bi awayekî ku bi gotina “Ferhad Rehber” Berpirsê Zanîngeha Azad a Îslamî, 20 hezar xwendekarên pileya dukturayê di Îranê de bêkar in.
Herwisa 22-ê Sermaweza îsal, ”Yedulah Mêhr`elîzade” Nûnerê Hemahengiya Karûbarê Abûrî û Vegeşandina Çavkaniyên Mirovahiyê a Parêzgeha Xûzistanê ragehandiye: Nêzîkê 30 heya 35 ji sedê ji rêjeya 3.5 milyon bêkarên Îranê di nava qata xwendekarande ne.
Di meha Xezelwera îsal de malpera navenda amara rejîmê, ragehand ku zortirîn rêjeya xwendekaran di Îranê de, li nava kesên xwedî pileya dîplom û “pêş zanîngehê” pêk hatine.
Pêka wê amarê, rêjeya bêkarên xwedî bawerînameya zankoyê 34 ji sedê bû, ku beşeke zor ji wê rêjeyê jinan pêk tînin.
Bilindbûna rêjeya hez ji xwendinê bûye sedema bilindbûna rêjeya bêkariyê di Îranê de, û kêşeyên abûrî, û nizimbûna asta zanistiya zankoyan û heza bidestanîna bawerînameyê ji sedemên sereke yên bêkariya darçûyên zanîngehan di Îranê de hatiye ragehandin.