Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 ser ji hespên kolberên devera Urmiyê bi destê hêzên rejîm hatin kuştin

14:26 - 17 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Di nav kurahiya axa Kurdistana Bakûrê 40 ser ji hespên kolberan bi dest hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî Îranê ve hatin kuştin û zewtkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwara 11’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, 20 ser ji hespên kolberên gundê “Gisyan”a devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê li 7 kîlomêtriya axa Kurdistana Bakûrê hatin kuştin û 20 serê din jî zewtkirin.
Hêzên Ewlehî yên rejîm paş zewtkirina 20 ser ji wan hespane, bo binka xwe li devera Kêleşînê birine.
Xirabiya rewşa abûriya hemwelatiyan li herêmên Kurdistana Rojhelatê, hevwelatiyan bi encamdana karek pir metirsî ya kolberî naçar kiriye û bo bi destanîna bijîva jiyana xwe, rojane can û mala xwe dêxînine metirsiyê.