Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Urmiyê digel kêmbûna derman û pizîşkan rû bi rû ye

12:30 - 5 Tebax 2022

Nexweşxane û dermaxaneyên parêzgeha Urmiyê digel kêmbûna pizîşk û dermanan rûbirûne û ev yek jî gefek micide bo ser jiyana welatiyan.

Pêka nûçeyên ku hatinî belavkirin nexweşxaneyên Urmiyê digel kêmiya pizîşkên pispor û pizîşkên yasayî rûbirûne û her ev yeka jî bûye sedem ku piroseyên pêragehiştin bi dosyeyên yasayî û çareseriyên pizîşkî rastî astengiyan bin.

Herwisa nexwşxaneyên bajarê “Mehabad”ê jî digel kêmbûn û nebûna dermanan bitaybet dermanên bêhişkirinê rûbirûne û rojane dehan neştergerî bi sedema nebûna wî dermanî tên paşwexistin û, tenê bo neştergeriyên lezgîn yên weke bûyerên hatinûçûnê dikarin bikarbînin.

Her di vê derheqê de Serokê Tora Tendrustî û Dermanî yê bajarê Mehabadê, “Behaedîn Husênî” ragihandiye ku bi sedema bilinabûna nirxa dermanê bêhişiyê bi rêjeyek zêde ye ku ew derman di nexweşxaneyên dewletî de destnakeve.

Bi sedema koçkirina pizîşk û perestaran bo welatên derve û herwisa bi sedema nebaş bûna rewşa jiyanê di Îranê de, piraniya nexweşxaneyên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê digel kêmbûna pizîşkan rû bi rû ne.

Herwisa bilindbûna nirxên dermanan jî bûye sedem ku di dermanxaneyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, derman bi awayeke berçav kêm bin û xelk rastî astengiyên micid bin.