Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîş û şerxwaziyên rêjîma Îranê civîna welatên devera Kendavê paş kevt

15:47 - 14 Îlon 2026

Piştî êrîşa bo ser hêlên vegihastina nefta Erebistanê ji aliyê milîsên ser bi rêjîma Îranê, civîna welatên devera Kendavê û rêjîma Îranê li derheq tengava Hormozê ku qirar bû li ser pêşniyara rêjîêma Îranê bi rê ve biçe, paş kevtiye.

Ev civîn birar bû li roja Duşemî 14ê Îlonê li bajarê Mesqetê paytexta Ommanê de bi rê ve here.

Rêjîma Îranê tevî pêşniyarkirina birêveçona vê civînî, her bi xwe li heyvên dawiyê de tengava Hormozê aloz û ne-ewleh kiriye û piştî erîşkirina bo ser damezraweyên wize yên welatên cîranê xwe, gemiyên ticarî jî kirine armanc.

“Bedir El-bûseîdî” Wezîrê Derve yê Ommanê paşkevtina vê civînê ragihand, lê ti zanyariyek li derheq birêveçona vê civînê li paşerojê de neda.

Welatê Behrêynê ku pêywendiya xwe ya siyasî digel rêjîma Îranê qut kiriye, birayara beşdarînekirin li vê civînê dabû.