Xelkê xweragir ê Kurdistanê!
Hevwelatiyên xebatkar!
Çar sal bi ser şehîdkirina Jîna Emînî û serhildan û tevgera Jîna yê a “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas dibe. Şehîdbûna Jîna bû xala veçerxana dîrokî, ku tê de bertekê bêhempa û bivêrane ya xelkê têkoşer û azadîxwaz yê Kurdistan û Îranê, bingehan rejîma tepeserkar a Komara Îslamî hejand û dengê azadîxwaziya neteweya me û hemû azadîxwazên Îranê gihande cîhanê.
Îro di demekê de em diçne nava salvegera vê serhildana seranserî ku rewşa xelkê û pirsa azadiyên wan di rewşeke herî xerab de ye. Bi taybetî piştî şerê Îranê digel Amerîka û Îsraîlê, tev krîzên siyasî, civakî û aborî bi awayekî berfireh kûrtir bûne. Desthilat ji bo veşartina şikestên xwe li asta derve û lawaziya xwe ya navxweyî, givaşên ewlehî û aborî bo ser xelkê vêzarbûyî yê Kurd û Îranê çend qat zêde kiriye, bi awayekî ku hejarî, giranî, bêkarî û nebûna azadî û ewlehiyê jiyana rojane ya welatiyan ber bi astek nebaş biriye.
Tevî berfirehbûna nerazîbûnan û zindîbûna tevgerên cuda, rejîm siyaseta kuştin û tepeseriyê didomîne. Pêla binçavkirina têkoşerên siyasî, çalakên medenî, parêzvanên mafên jinan, çalakên çandî, jîngehparêz, kedkar û mamosteyan berdewam e û zêdetir jî bûye. Sepandina cezayên giran yên girtîgehê û zêdebûna bêmînak ya cezaya darvekirinê, ji aliyekê ve nîşana tirsa rejîmê ji îradeya xelkê ye, û ji aliyê din ve nîşaneya pêdagiriya wê li ser tundûtûjiyê ye, ku bingeha desthilatdariya wê ye.
Gelê Kurd ku di dîroka hevçerxa Îranê de hertim pêşengê têkoşîna ji bo azadiyê bûye, di vê rewşa hestiyar de jî roleke dîrokî li sitûyê wê ye, Derbaskirina vê qonaxê û derbasbûna ji vê rejîmê, tenê bi yekîtiyê û îradeya yekalîker ya xelkê tê kirin. Bandora hebûn û berdewamiya têkoşînê di warên cuda de û rola xebata medenî û seranserî ya civakê, ji bo xistina qdemaye desthilatê û herwisa nîşandana îrade û yekîtiya hemû qadên civakê, mijareke îspatbûyî ye.
Lidarxistina nerizayetiyên siyasî û medenî û bi taybetî mangirtinên giştî yên Kurdistanê, her ji destpêka hatine ser kare Komara Îslamî heta îro nîşan daye ku pêvajoya daxwazên neteweyî û azadîxwaziyên Rojhilatê Kurdistanê ji hêla siyasî û bingehên wê desthilatê cuda bûye. Neteweya me di dîroka têkoşîna xwe de bi pêkanîna mangirtinên giştî û dîrokî, bilî tekezîkirin ji mafên xwe, li dijî tundûtûjî û tepeserkariyê jî sekiniye û peyama siyasî û medenî ya têkoşîna xwe nîşanî cîhanê daye.
Bi berçavgirtina rewşa niha, wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, em bang li hemû parên civakê dikin ku roja 25ê Xermananê û di çaremîn salvegera tawana kuştina Jîna Emînî de, mangirtinek seranserî û giştî li dijî berdewamiya siyasetên Komara Îslamî pêk bînin. Ev mangirtin, bilî bîranîna hemû şehîdan û nirxên Şoreşa “Jîna” a naskirî bi “Jin, Jiyan, Azadî”, têkoşînek medenî û bersiveke girseyî ye li dijî krîzên ewlehî û aborî, û dê bibe peyama zindîbûna têkoşîna medenî û berxwedana xelkê Kurdistanê.
Em daxwazê ji tev xelkê têkoşer û azadîxwaz dikin ku roja Çarşemî, 25ê Xermananê, bi girtin û daxistina dukan û bazaran û man li malên xwe de, beşdarî vê mangirtina giştî bibin û hemû bi hev re, bi helwesteke yekgirtî, dubare bikin ku gelê me ji her derfetekê ji bo gihiştin bi mafên berheqe xwe mifahê werdigire û ti carî teslîmî zilmê nabe. Ev mangirtina giştî dê gavêk girîng û peyameke zelal a berxwedanê be ji bo xurtkirina îradeya siyasî û neteweyî ya me. Ji ber vê yekê, em herwisa bang li hemû aliyên siyasî û rêxistinên siyasî û medenî dikin ku piştîvanê lidarxistina ev mangirtina giştî bin, da ku bi yekrêzî û bi hêza têkoşîna medenî ya xwe nîşan bidin ku sîstema tepeseriyê û sêdaredanê, ti carî nikare pêşiya têkoşîna me ya rewa bigire.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
22ê Xermanana 2726 Kurdî
13ê Îlona 2026 a Zayînî