N. Eskender Ceiferî
Di nav pirsgirêkên ewlehî û politîk yên aloz de ku Rojhilata Navîn û bi taybetî dewleta Iraqê pê re rûbirû ye, hebûna komên çekdar ên nehikûmî û milîsên hevterîb bûye yek ji gefên herî mezin li ser aramiya ewlehî û pêşketina domdar li Iraqê. Di vê mijarê de, Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de tekezî li ser hewcedariya kontrolkirina tewaw ya çekan ji aliyê dewleta Iraqê ve û bêçekkirina komên milîs kir û ev pêngava pêdivî, wek pêngaveke pir mezin û bi mifah li ser xêra Herêma Kurdistanê bi nav kir. Ev helwesta dîplomatîk a eşkere û zelal dengvedanek mezin di derdorên politîk û civakî yên Hewlêrê de wergirt, ji ber ku Herêma Kurdistanê wek herêmeke fêdêral û heya asteke gelek aram hemî demê herî zêde ji ber çalakiya neyassayî û xweser a komên çekdar ên nehikûmî yên Îraqî zirar dîtiye. Nêrîn û lêkolîna li ser guhertinên salên dawî nîşan dide ku çima her hewlek navdewletî û netewî ji bo bidawîanîna bikaranîna çekan a nehikûmî, rasterast bi pêşeroja aborî, politîk û ewlehî ya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Herêma Kurdistanê di dirêjahiya çend dehsalên borî de wek herêmeke amade ji bo geşekirina aborî, kişandina semyanên biyanî û pêşxistina jêrxanan hatiye nasîn û hemî demê roleke sereke di aramiya Iraqê de lîstiye. Lê tevî vê jî, hebûna komên milîs ên hevterîb an paralêl ligel dewleta Iraqê ku piraniya wan guhdariya fermandariya fermî ya hêzên çekdar ên hikûmeta navendî ya Iraqê nakin, hertim bûye sedema gefê li ser jiyana rojane ya welatiyan û çalakvanên aborî li vê herêmê. Jêrxanên jiyan û stratêjîk ên Herêma Kurdistanê, ji wan, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, qadên neft û gazê û navçeyên niştecîhbûnê gelek caran bûne armanca êrîşên rakêtî û balafirên bêfirokevan ên van koman û ev kiryar ji bilî çêkirina rewşeke tirsê ya ewlehî, zirarên darayî yên giran digihînin aboriyê. Ji ber vê yekê, tekeziya Yekîtiya Ewropayê li ser pêwîstiya yekdestiya tewaw ya çekan di destê saziyên yasayî û fermî yên welat de, rasterast bersiva yek ji daxwazên sereke û domdar û fikarên ewlehî yên xelk û berpirsên Herêma Kurdistanê ye. Dîplomasiya Ewropî li ser wê baweriyê ye ku ti welatek bêyî kontrola tewaw li ser amûrên desthilatê û komkirina çekên neyassayî nikare bigihe serweriya yasayê û aramiya rastîn. Yekîtiya Ewropayê ku hemî demê piştevaniya xwe ji bo bihêzkirina avahiyên yasayî li Iraqê nîşan daye, hebûna komên çekdar yên nefermî wek astengiyeke micid li ser rêya bihêzkirina pêwendiyên yasayî û fêdêralî di navbera Bexda û Hewlêrê de dibîne. Di yasaya bingehîn a Iraqê de, hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê wek beşek ji sîstma bergirî û ewlehî ya fermî ya welat hatine nasîn, lê rewataya yasayî ya komên milîs yên dervayî kontrola hikûmetê nîn e û bêçekkirina wan dikare bibe bingehek ji bo çareserkirina nakokiyên kevnar ên darayî, neftî û sînorî di navbera Hewlêr û Bexdayê de di rewşeke dûr ji zexta leşkerî de.
Cîbicîhkirina şîreta Yekîtiya Ewropayê ya li ser bêçekkirina komên neyasayî, dê destkeftên pir mezin ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne. Destkefta yekem a vê pêvajoyê, bidawîhatina gefên domdar ên ewlehî û êrîşên bi hajek û balafirên bêfirokevan li ser balafirxane û jêrxanên ênêrjiyê ye ku ewlehiya derûnî ya welatiyan bi tewawî misoger dike. Ji bilî vê, bilindkirina asta ewlehiyê dibe sedema kişandina zêdetir a semyanên biyanî û kompaniyên mezin ên navdewletî. Herwisa rêya Herêma Kurdistanê xweş dike ji bo ku bibe navendeke balkêş a aborî ji bo navçe û cîhanê jî. Ji aliyekî din ve, dema ku mentiqa zor û çekan cihê xwe bide diyalog û yasayê, Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bi yasaya bingehîn germ bike û bi awayekî bihêztir, mafên xwe yên darayî û pişka bûdceyê ji hikûmeta navendî bixwaze. Herwiha yekdestiya çekan di destê hikûmeta navendî de alîkariya çêkirina aramiyê li navçeyên ziyanpêketî mîna Şengalê dike û rê ji bo vegera ewleh ya koçberan xweş dike.
Tevî vê nêzîkatiya zelal a navdewletî û pêşwaziya Herêma Kurdistanê, bêçekkirina komên milîs ji ber bandora wan a politîk û aborî, pêvajoyeke pir aloz e û hewcedarî vîneke bihêz a politîk li Bexdayê heye. Serkirdeyên Herêma Kurdistanê gelek caran ragihandine ku ew ji bo yekdestkirina hebûna çekan di destê saziyên yasayî de piştevaniya her hewlek hikûmeta navendî ji bo kontrolkirina komên neyasayî dikin. Bi dîtina Hewlêrê, take rêya rizgarkirina Iraqê ji qeyranan, rêzgirtin ji yasaya bingehîn, parastina bingeha fêdêralî û kurtkirina destê wan koman e ku xwe ji yasayê bilindtir dibînin. Gotinên ew dîplomatê Ewropî careke din nîşan dan ku civaka navdewletî ewlehiya Herêma Kurdistanê bi aramiya tevahiya Iraqê ve girêdayî dibîne û bihêzkirina serweriya yasayê, take garantî ji bo pêşerojeke ewleh û zelal li navçeyê ye.