Xelkê xebatkar û azadîxwaz ê Kurdistanê!
Xuşk û birayên min yên hêja!
Çwar salan berî niha di roja 25ê Xermananê de, hûn xelkê ku zarokên wan hatine kuştin û mafên wan ji aliyê Komara Îslamî ve hatine binpêkirin, ku rêjimeke azadîkuj û dijî mirovahiyê ye, ji bo tolhildana xwîna bi neheqî rijandî a Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên tepeserkare wê rejimê ve li Tehranê hat kuştin, we mangirtin û meşeke seranserî dest pê kir. Ev meş bû hewênê meşên nerazîbûnê li seranserê Îranê û hemû cîhanê û avakirina tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ku heta niha jî li ser zimanê Kurdan û hemû azadîxwazan e li seranserê cîhanê.
Peyama zelal a tevgera Jînayê ji bo hikûmeta sêdarê li Tehranê, nîşaneya kîn û aciziya we ya kombûyî bû ji zîndanîkirin, darvekirin, kuştin û sivikatîpêkirina li hember zarokên we yên xweştewî, ku daxwaza wan azadî û rizgariya netewa wan û hemû xelkê Îranê bû ji çengên xwînmij ên wê rejimê, û gihandina hawara mafxwarin û zordariyê bû ji guhê hemû cîhanê re.
Naha jî dem hatiye ku di roja Çarşemê, 25ê Xermananê de û di çaremîn salvegera vê tevgerê de, bi yekdengî li gel Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê, ez daxwazê ji hemû par û qatên civaka Kurdistana ezîz dikim ku di wê rojê de bi mana li malên xwe û neçûna ser karên xwe, beşdarî mangirtineke giştî bibin. Bi vê çalakiya nîştimanî careke din ji rejima şer û birçîbûnê re bibêjin ku Jîna û Jînayên din di dilê me de sax in. Em ne fidakarî û xwîna şehîdên xwe, ne jî tawan û xwînrijandina we ji bîr dikin.
Serkevtin ji bo we gelê serbilind
Berdewam be tevgera Jin, Jiyan, Azadî.