Ehmedriza Radan, fermandeyê hêza tepeserkere întizamî ya rêjîmê li bajarê Têhranê, tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq egera xwenîşandana xelkê de gotiye: ev kesên li ser banghêjiya dujminan hewla çêkirina nearamiyê didin, em dê reftareke tund digel wan bikin û bi tundî li hember wan bisekinin.
Radanê mirovkuj gefa reftarkirina dujminane digel xelkê Îranê dike, û xelkê nerazî bi dujmin dizane.
Herwisa wî berpirsê tepeserker ê rêjîmê îtiraf bi nearamî û nîgeraniya desthilata rêjîmê kiriye.
Axaftinên wî berpirsê tepeserkarê rêjîmê, piştî banghêjiya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bo mangirtina giştî li 25ê Xermananê, bûye.
Li devedevê salroja tevgera “Jin Jiyan azadî”yê de, nigeraniya paşmaweyên rêjîmê ji serhildana giştî ya xelkê Îranê gelek zêde bûye, hevdem bûna salvegera şehîdbûna Jînayê digel berdewamiya şerê li navbera desthilatdarên rêjîmê û Amerîkayê, ev nigeraniya rêjîmê ji salên pêştir jî zêdetir kiriye.